Divê jin vê hejmarê ji bîr nekin: 6284
- 09:01 16 Çile 2018
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Fîdan Ataselîm Qanûna bi Hejmar 6284'an a ku wek şîfreya jiyana jinê tê binavkirin û xebatên Meclîsa Jinan ên der barê bikaranîna qanûnê de nirxandin. Fîdanê diyar kir ku divê jin ti car qanûna bi hejmara 6284’an ji bîr nekin û dema hewcedariya wan hebe dikarin serî li vê hejmarê bidin.
Tê zanîn ku di 2017’an de di encama şîdeta mêr de 409 jin hatine qetilkirin. Qanûna Parastinê ya bi Hejmar 6284 a li dijî zîhniyeta serdest ya mêr e, ji bo jinan gelek girîng e. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û yek ji Damezrînerên Meclîsa Jinê Fîdan Ataselîm, li ser şîfreya jiyana jinê Qanûna Hejmar 6284 axivî.
Fîdanê behsa girîngiya qanûnê ya ji bo jinê kir û wiha got: “Jinên rastî şîdetê bên, rastî tehdîdan bên dema serî li qerekol, cenderme, dadgeha malbatî, walîtî, qeymeqamtî û dozgeriyê bidin û bêjin ‘em dixwazin ji 6284’an fêdeyê bigirin’, dikarin ji stargehan, alîkariya borî û gelek mijarên din piştgiriyê bigirin.
‘Di 2011’an de kuştinên jinan kêm bû’
Fîdanê der barê girîngiya qanûnê de nêrînên xwe anîn ziman û got li gorî rêjeyên salên borî tenê di 2011’an de kuştinên jinan kêmin û sedema vê jî wiha vegot: “Qanûna Parastinê ya bi Hejmar 6284’an bi wezaretê re hatibû nîqaşkirin û ketibû rojevê. Di vê salê de dîsa hemû partiyan şîdeta li ser jinê şermezar kir û Peymana Stenbolê dîsa hat rojevê.”
‘Dema jin dixwazin dest ji mêran berdin şîdetê dibînin’
Fîdanê destnîşan kir ku bi taybet piştî 25’ê Mijdarê şûnde me qanûna bi hejmar 6284 zêdetir ji jinan re vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên dijminê jinê bê navber berdewam kir. Di serê vê de jî polîtîkaya rayeya birîna mehrê dide meleyan û her wiha pergala navbeykariyê tê. Me wê demÊ jî got. Pirsgirêkên jin dijîn ne evin. Dema jin dixwazin dest ji mêran berdin rastî, şîdeta fîzîkî, zayendî, tehdîd û mirinê tên. Di vê mijarê de pirsgirêka esas azadî û mafê jiyanê ya jinane. Li şûna divê meclîs van biaxivin, polîtîkayên dijminê jinê yek bi yek derbas dike.”
‘Qanûn bû hedef’
Fîdanê bi lêv kir ku qanûna bi hejmar 6284 a ji bo jinan gelek girînge, ji aliyê rojnameyên nêzî desthilatdariyê ve bi manşetên wekê ‘malbatê xera dike’ hedef hat girtin. Fîdanê daxuyakirin ku qanûn ji bo jinan ji alîkariya tibî bigire heta parastin, heta stargehê û gelek tiştên din derfetan pêk tîne û divê jin ti car hejmara 6284 jibîr nekin û li her cihê hewcedariya wê hebe dikarin serî li vê hejmarê bidin.
Fîdanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ebatên wan yên li ser meclîsa jinan berdewam dikin jî hene û got wê kolan bi kolan bigerin û vê qanûnê jinan re vebêjin.
Bu mesaj kaldırıldı.








