ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2018'AN
- 09:00 15 Çile 2018
- Rojev
*Hevjîna girtiyên PKK’ê Hanîfî Kaçar ku li girtîgeha Tîpa T ya Şakranê dimîne, Adalet Kaçar diyar kir ku hevjînê wê rastî îşkenca psîkolojîk tê û got çend caran hewl daye întîxar bike. Adaletê anî ziman ku hevjînê wê surgunê koxuşeke 8 kesên lê dimîne û nas nake hatiye kirin û got: “Ger ku hûn min nebin cem hevalên min ez ê întîxar bikim.” DÎMEN HEYE
*Îde Erol ya li navçeya Artemît a Wanê dijî, ji ber nasnameya wê tine ev 90 sale nikare ispat bike ku ji Tirkiyeyê ye. Dayika Îde ya ev 3 sale felç bûye, ji ber nasnameya wê tine, nikar biçe nexweşxaneyê. BI DÎMEN
*Gulîstan Tokdemîr ku bi stranên dibêje, çanda kurd dide jiyîn, zextên li ser çanda kurd û bêtehemuliya li dijî wê wiha vegot: “Min bi cil û bergên xwe deng da stranên li ber tinebûnê. Li gelek cihî em derketin ser sahneyê, ceyran hatin birîn an jî hatin betalkirin. Lê em ê bi cesaret stranên xwe berdewam bikin. BI DÎMEN
*Şehmus Îlhan ê li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Dîcleyê Rojbîn Baran qetil kir û piştî qetilkirinê der barê mijarê de roportaj dabû rojnamegeran, hîna li derve digere. Feleknas Uca ya der barê mijarê de pêşnûmepirs da meclîsê got: “Mêr bi hêza ji dewletê girtine, jinan qetil dikin.”
*Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Eyşê Xiznê têkildarî salvegera avakirina rêxistina Kongra Star nirxandin kir. BI DÎMEN
*Li Kurdîstanê herî zêde çand û hûnera destan bi saya afirinerî û hilberîna jinan pêşve çûye. Ji dîrokê heyanî niha jinan ji her nexş û motîfekî jiyan bi wêneyê ajalan, rihekan û veqetandekan bi wate kiriye.








