Jinên HPC`ê jin navenda xwe ya xweser vekirin
- 18:16 14 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Li herêma Firatê HPC jin navenda xwe ya xweser bi şahiyekê û kêfxweşiya jinan vekir.
Li Kantona Kobanê Herêma Firatê HPC'jin yekemîn navenda xwe ya bi nave Şehîd Zehra Penaber bi şahîyekê vekir. Merasîma vekirinê bi tevlîbûna Kongira Star, Mala Jin, Rêxstina Sara, Saziya Malbatên Şehîda, Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) amede hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Parstina Cewherî Rojîn Selam axivî, Rojîn vekirina navedna HPC jin li hemû jinan pîroz kir û got;" Evnavend îro bi serkeftinên jinan û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan hat vekirin. Ji bo parstina xwe û civka xwe bikin."
Her wiha Rêvebera Radyoya Dengê Konbanê Newroz Demhat wêneyekîj inên azad diyerî navenda jinên paristina cewherî kir û axaftin kir. Newrûz got;" Weletekî azad, rêberekî azad, li Kobanêya azad vekirina navenda jinên paristina cewherî armaca xwe ew e ku serkeftinê bi xwe bikin hedef."
Piştîa xaftinanan derîyê navendê ji aliyê Fatima Mustefa û Hewa Berûd ve hat vekirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.








