Li bajarokên Til Temirê hilbjartina hevserokên meclîsan
- 18:04 14 Çile 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Meclîsa navçeya Til Temirê bi civînekê hevserokên Meclîs û şaredariya bajarokên Xara, Qibûr Qerajna hilbjart.
Li navçeya Til Temirê ya herêma Cizîrê Meclîsa navçeyê bi armanca hilbjartina hevserokên Xira, Qibûr Qerajna yê civînek li dar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di civînê de li ser girîngiya avakirina meclîsan hat nîqaşkirn. Paşê jî ji bo hilbjartina hevsrokên meclîsan deriyê hilbjartinê hat vekrin. Di encama hilbjartinan de ji bo hevserokên bajarokê Xera Eliya Îsa û Xelef Neahr hatin hilbjartin, ji bo Meclîsa Bajarokê Qibur jî Nadiya Xerîb û Remo Heydr hatin hilbjartin. Her wiha ji bo hevseroketiya şardariya herdû bajarokan Fatima Hesen û Salih Mihemed ji bo şaredariya Xera û ji bo Bajarokê Qibûr jî Diyarî Mihmed û Ehmed El Wecerî hatin hilbjartin.
Civîn bi sondwarina hemû endamên meclîsan û hevserokên nû bi dawî bû.








