Kongra Star: emê têkoşîna azadiya jinên kole bidn meşandin
- 17:52 14 Çile 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Rêxstina Kongira Star ji bo salvegera xwe ya 13.mîn daxuyaniyek da û soza têkoşîna azad kirina her jinekê da.
Bi bo 13'emîn salvegera damezrandina rêxstina Kongira Star, li barê Til Temirê ê Herêma Cizîrê jinên Kongra Star daxuyanî li pêşiya navenda xwe dan. Daxuyanî ji aliyê Çinar Salih ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em salvegera Kongra Star li Rêberê mirovahiyê xwediyê Fikra azad Abdulah Ocalan û hemû jinên têkoşer ku di qadên leşkerî, siyasî, civakî û aborî de cih digrin û hemû jinên cîhanê pîroz dikin.
Di dema ku hemû jin ji ber zihniyeta desthildar hatbûn fetisandin, îro jin li hemberî wê zihniyetê serî hildane da ku dîroka azadiya xwe binvîse û her di nava têkoşînê de be û bighêje jiyana azad û wekhev.
Em jî weke kongira Star soz didin ku ji bo her jinekê em têkoşîna azadiya wê bikin û hemû jinên kurd, ereb û suryan bi rêxstin bikin.
Daxuyanî bi diruşmeya "Jin,Jiyan,Azadî" bi dawî bû.








