Li Wanê pêvajo hat nirxadin!
- 15:11 14 Çile 2018
- Rojane
WAN - Li Wanê bi pêşengiya HDP'ê li avahiya VATSO`yê panela pêvajoya sîyasetê hate lidarxistin.
Li Wanê bi pêşengiya HDP'ê li avahiya VATSO`yê panela pêvajoya sîyasetê hate lidarxistin. Parlementerên HDP'ê Bedîa Ozgokçe, Mîthat Sancar rêxistinên HDP,DBP, Meclisa Dayîkên Aşitiyê ya Wanê û TJA tevlî bûn. Her wiha parezera Rêberê PKK Abdullah Ocalan Newroz Uysal jî tevlî bû. Di panelê de pankarta "Ji bo ku pêvajoya dawî binirxînîn em bi gel re tên cem hev" hate daliqandin.
'Pêvajo û tecrît girêdayî hev e'
Destpêkê hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede axivi Umît bal kişand ser cilên yek rengî û got ku di hiqûq û edeletê de navê vê pekûtiyê tune ye. Piştî Umît Parezera Rêberê PKK Abdullah Ocalan Newroz Uysal axivi Newroz bal kişand ser girankirina tecrîdê û wiha axivi;“Niha li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Dewleta tirk bi girankirina tecrîdê çi armanc dike? Em bi salane li ser vê nîqaşan dikîn. Êdî pêvajo wisa derbas nabe. Di sala 2016`an de Xweseriya Demokratîk hate îlankirin û niha li her deveran qedexe hatine îlankirin. Girankirina tecrîdê û neçareserkirina tecrîdê giredayî hev e."
Piştî Newrozê Parezerê ji OHP'ê Denîz Yildiz axivi. Denîz jî destnîşanî cilên yek rengî kir û got ku hikûmet bi cilên yek rengî dixwaze li girtîgehan îşîkenceyê meşrû bike.
Piştî nîqaşan herî dawî Parlementerê HDP Mîthat Sancar axivi Mîthat jî diyar kir ku li hemberî tecrîdê têkoşîn tê wateya daxwaza aşitî û demokrasi yê.
Piştî nîqaşan sînevîzyona ku der barê cilên yek reng de hatibû amadekirin hat temaşekirin û panel bi temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.








