Ji Dîcleya ku di yek hucreyê de tê girtin bang
- 15:05 14 Çile 2018
- Rojane
DÊRSIM - Dîcle Bozan a ya HPG'yî ku li Dêrsimê di pevçûna derket de bi birîdarî hat girtin û piyekî wê hat jêkriin banga hestiyariyê kir û wiha got: "Ez bi kêlek dirûnê ku roviyên min ji derve ne dijîm. Ger ku ez emeliyat nebim wê laşê min zararek mezin bibîne."
Dîcle Bozan a ya HPG'yî ku li Dêrsimê di pevçûna derket de di 2017'an de bi birîdarî hat girtin û piyekî wê hatiye jêkirin, li girtîgehê bi roviyên wê yên ku ji derve ne têkoşîna jiyanê dide. Dîcle ya ku berî bi mehekê ji girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê sirgûnî Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R hat kirin, di hucereya yek kesî de tê girtin.
Parzêr nikarin wekîltiya wê bikin
Ji ber ku Dîcle ji Kobanê ye parêzer jî nikarin wekîltiya wê bikin. Tenê bi riya baroyê her parêzerek dikare 3 caran pê re hevdîtinê bike. Dîcle beriya ku bê sirgûnkirin bi nameya ku bi parêzerên baroyê re şand, derbarê tendirustiya xwe da agahî da û diyar kir ku ew bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên kesane bi cih bîne.
Nameya Dîceleyê wiha ye:
"Ez girtiyek nexweş im û ji hemû mafên xwe yên tendirûstiyê bêpar hatime hiştin. Roviyên min ji derve ne û ez hewl didim ku bijîm. Li gel ku min bi caran serî li rêveberiya Girtîgeha Xerpêtê da jî tu bersîv nehat dayîn. Ji ber ku hemû daxwazên min hatin redkirin min dest bi greva birçîbûnê kir. Lê li gel vê jî min ranekirin nexweşxaneyê. Di van şert û mercên xirab de ji bo ku ez pitre bêm emeliyatkirin dîrok hat diyarkirin. Lê li gel ku dem di ser dîroka diyar kirin re derbas bû jî hîna ez nehatime emeliyatkirin. Rewşa min a tendirûstî ne baş e. Bi kêleke dirûnê ez bi roviyên xwe yên li derve dijîm. Ger ku ez neyêm ameliyatkirin wê laşê min zerarek mezin bibîne.
Banga hestiyariyê
Min digot wê min vê mehê emeliyat bikin, lê hat gotin ku wê min bişînin girtîgeheke din. Ger ku min bişînin hat gotin ku ez ê bi tena serê xwe bimînim. Ez dixwazim bibêjim ku ez nikarim bi tena serê xwe bimînim û nikarim tu pêdiviyeke xwe pêk bînim. Pirsgirêka min a dil jî heye. Ji ber pirgirêka dil ji ser hişê xwe diçim. Ez dikevim kirîzê wê demê jî 4 heval bi hev re dikarin min bigirin. Ji ber van pirsgirêkan ez nikarin bi tenê bimînim. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim."








