'Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye'
- 14:38 14 Çile 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Jinên bajarê Serê Kaniyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku ew ê heya azadiya wî çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha1999'an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Ev demeke dirêj ku ti agahî jê nayê girtin, tecrîdek giran li ser tê meşandin û hevdîtinên bi malbat û prêzerên wî re hatine rawestandin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Serê Kaniyê tecrîda girankirî şermezar kirin û nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
Rêvebera Kongra Star a bajarê Serêkaniyê Hemrîn Salih tecrîd bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ev çend salin dewleta tirk nahêle ku malbata Rêber Apo û parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin. Rêber Apo fîlazof e, fîlazofekî ku di nava çar dîwaran de hatiye ragiritin e. Ev ragirtin, tiştekî pir şerm e. Ev ne tenê ji bo Gelê Kurd, ragirtina rêberekî wekî Rêber Apo di girtîgehê de ji bo tevahî gelên cîhanê tiştekî pir xirabe. Ji ber ku Rêber Apo bi xwe dibêje ku ew ji bo tevahî gelan têkoşînê dide meşandin. Ev tecrîda ku ji hêla dewleta tirk ve li ser Rêber Apo tê meşandin, ti caran nayê qebûlkirin. Em ê jî ji bo azadiya Rêber Apo heya dawiyê çalakî û meşên xwe bidomînin, ti caran jî em bê vîn nabin."
Her wiha Rêvebera Xeta Gundên Serêkaniyê ya Kongra Star Fatmê Ibrahîm jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ev tecrîd zilmeke pir mezin e ku tê kirin. Ji bo bidawîkirina vê tecrîdê em bang li hemû dewletan û hemû mirovên azadîxwaz û bi taybet jinan dikin ku ji bo azadiya Rêbr Apo dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Ji ber ku azadiya Rêber Apoazadiya jinê ye, divê jin jî bêdeng nemînin."








