Civîna Salê ya 4'emîn a Rêveberiya Xewser hat lidarxistin
- 13:13 14 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina kar û xebatên sala 2017'an û amadekirina pirojeyên sala 2018'an, civîna 4'emîn ya salane li herêma Efrînê li dar xist.
Ji bo nîqaşkirina kar, xebat û pirojeyên ku di sala 2017'an de hatine lidarxistin û amadekirina pirojeyên sala 2018'an, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Civîna 4'emîn a salane li Hola Sîlvane ya Herêma Efrînê li dar xist. Civîn bi amadebûna nûnerên hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir. Paşê raporên salane yên kar û xebatên hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser ji aliyê Hevserokên Desteyên Rêveberiya xweser ve hat xwendin û li ser hat nîqaş kirin. Piştî xwendina rapora salane rewşa siyasî ya Rojava - bakurê Sûriyê ji aliyê Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk Xebat Muhemed ve hat nirxanndin. Piştire kar û xebatên her desteyekê di sala 2017'an de, rexne û rexnedayîn hat kirin.
Her wiha civîna Rêveberiya Xweser a salane bi xwendina raporên kar û xebatên desteyan ên di sala 2017'an de di roja xwe ya yekemîn de bi dawî bû.








