Ji Meclisên Jinan ên Stebolê ji bo daneşîna Emaniyê bang
- 12:47 14 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Ji bo daneşîna doza jina bi navê Emanî Al- Rahmun piştî li Sakaryayê bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û hat qetilkirin ku wê si be bê ditin ji Meclisên Jinan ên Stenbolê Sultan Gurbey bang li hemû parêstvanên mafên jinan kir ku tevli dozê bibin.
Daneşna duyemîn a doza Bîrol Karaca û Celal Bay ku li navçeya Kaynarca ya Sakaryayê di 6'ê tîrmeha sala buhurî de jina bi navê Emanî Al-Rahmun ku 9 mehî ducanî bû û zaroka wê ya 10 mehî qetilkirin wê sibe li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê bê dîtin. Ji Meclisên Jinan ên Stenbolê Sultan Gurbey bal kişand ser darizandina mêrên ku girtî tên darizandin û ji bo wan cezayê heta bi hetayê yê giran tê xwestin û got ku komkujiya di meha tîrmehê de hat kirin tenê ne kuştina jinekê bû, bi bîr xist ku di heman demê de 2 zarok jî hatin qetilkirin, di vê komkujiyê de sûcê nefretê hatiye kirin û ev qetilkirin di nava xwe de dijminantiya li hemberî biyaniyan jî di nav xwe de dihewîne. Sulatan bang li hemû parêstvanên mafên jinan kir ku tevli daneşîna dozê ya wê sibe li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê bê dîtin bibin.
'Pergal kuştina jinan asteng nake'
Sultan diberdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku ew li bendê ne sibe doz bi encam bibe û ev tişt got: "Wekî ku di doza Ozgecan de hat kirin wê ev doz jî zû bi encma bibe. Ji ber ku herdu mêran jî got ew bi plan tevgeriyane û delîl jî hene." Sultan bal kişand ser bêcezahiştina kujeran a ji aliyê hikûmetê ve jî û wiha got: "Cezakirina mêrekî bi riya jinê tê kirin. Ji ber ku pergal bi awayekî zelal ji kuştina jinan re nabêje na û nabe asteng, wê kuştina jinan berdewam bike."
'Divê hemû jinên têkoşer xwedî derkevin'
Sultan herî dawî banga tevlibûna dozê li raya gitştî kir û wiha berdewam kir: "Ez bawerim ku wê ev doz bibe mînak. Doza Emaniyê wê balê bikişîne ser binpêkirina mafên jinên koçber û penaber. Ji ber vê ez dibêjim ku divê hemû jinên ji bo mafê jiyanê têkoşînê didin li vê dozê xwe dî derkevin."








