Otobusa ku rêwi dibirin başûrê Kurdistanê qulipî

  • 11:53 12 Çile 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Otobusa rêwiyan a aîdê Metro Turîzmê ku rêwî dibirin bajarê Hewlêr ê başûrê Kurdistanê, li ser riya Sîlopiyê qeza kir. Di qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 9 kesî jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.
 
Otobusa rêwiyan a aîdê Metro Turîzmê ku rêwî dibirin bajarê Hewlêr ê başûrê Kurdistanê, li ser riya Sîlopiya Şirnexê qeza kir. Di encma qezya ku pêk hat de 3 jê zarokê 9 kesî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 28 kes jî birîndar bû.  Kesên ku di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Sîlopî û Cizîrê.
 
Herwiha kesên ku jiyana xwe ji dest dan navê wan nehat hînbûn.