Rewşa Ûmûtê ku polîs bi maşîneya zirxî lê ket ne baş e

  • 10:51 12 Çile 2018
  • Rojane
ÊLIH - Umût Ozalp ê ku 4 salî yê polîs bi maşînê li Hezexa Şirnexê lê qeliband û birîndar kir, 27 roj in li nexweşxaneyê ye û rewşa wî xerab e. Bav Nezîr Ozalp ê li bendê ye ku kurê wî baş bibe wiha got: "Ûmût bertekên erênî nîşan nade û mêjiyê wî bi awayekî cidî xisar dîtiye."  
 
Li Taxa Aşagiyê ya Hezexa Şirnexê di 17'ê Kanûna 2017'an de Ûmût Ozalp ê 4 salî dema li ber malê dilîst polîs bi wesayîta sivîl lê qeliband. Ji wê rojê ve Ûmût tê tedawîkirin. 27 roj in Ûmûtê 4 salî li Êlihê li nexweşxaneyeke taybet tê tedawîkirin û ne li ser hişê xwe ye. Bav Nezîr kurê xwe yê li nexweşxaneyê û girêdayî makîneyan e rojê carekê dibîne û got ku mejiyê wî bi awayekî cidî xisar dîtiye û ji ber vê bertekên erênî nîşan nade. Bavê Ûmût destnîşan kir ku li gor agahiyên ku bijîşkan dane wan dema Ûmût hişyar bibe jî dibe ku nexweşiyên mayînde lê peyda bibin û wiha got: "Niha temeniya me ew e ku rîska mirinê bi dawî bibe." 
 
Bav Nezîr Ozalp got ku têkildarî mijarê Walîtiya Şirnexê lêpirsîn daye destpêkirin, lê belê hîn jî dozgeriyê derbarê lêpirsînê de agahî nedaye wan. Nezîr got ku dema kurê wî hişyar bibe ew ê pêvajoya huqûqî bide destpêkirin.