Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê dest pê kir

  • 10:20 12 Çile 2018
  • Rojane
DÊRIK - Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê bi dirûşma" Jîneolojî rastiya civakê, bi xwezaya jinê ronî dike" li Rojava-Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.
 
Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê li navenda Çand û Hûnerê ya Diclê ya  Dêrik a kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê bi dirûşma " Jineolojî rastiya civakê bi xwezaya jinê ronî dike" dest pê kir. 200 delegeyên ji Rojava-Bakurê Sûriyeyê û ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Konferansê bûn. Her wiha mêvanên ji hemû pêkhateyan ên wekî Kurd, Ereb, Turkmen, Suryanî, Çerkes, Ermenî beşdarî konferansê bûn.
 
Eywana Konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tekoşerên jin hat xemilandin. Her wiha li eywana konferansê pankertên "Modernîteya Demokratîk serdema şoreş û şaristaniya jinê ye, jin jiyan azadî, bi Sarayan ber bi vîna azadiyê ve, bi Sêvêyan ber bi rêveberiyê" hatibûn dardekirin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, axaftina destpêkê wê ji aliyê Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Fûza Yûsif were kirin.
 
Her wiha dê yekemîn konferansa Jîneolojiyê du rojan dewam bike. Di roja yekemîn de wê axaftin were kirin, sînevizyona li ser xebatên jinelojiyê dê were temaşekirin, wê persbektîfên Abdullah Ocalan werin xwendin, her wiha wê tehlîlên sosyolojîk werin xwendin.
 
Di roja duyemîn de jî wê rapora jineolojiyê bê xwendin  û nîqaşên bên kirin.