Încî li dijî qedexeya zimanê kurdî helbestên xwe bi kurdî dinivîse
- 09:29 12 Çile 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Jina bi navê Încî Egîd a ku helbestên xwe bi zimanê kurmancî dinivîse got ku zimanê me yê kurmancî di bin zor û zextan de ye û hatiye qedexekirin. Bila dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxin. Bila zarok berî her tiştê fêrî zimanê dayikê bibin.
Helbestvana jin a bi navê Încî Egîda ku li navçeya Milazgîra Mûşê hatiye dinê, dibistan nexwendiye û perwerdeyek taybet neditiye. Încî ya ku piştî hînî xwendin û nivîsandinê bûye di ciwaniya xwe de dest bi nivîsên cûr bi cûr kiriye. Înciyê di 16 saliya xwe de li ser zarokekî şivan pirtûkek nivîsandiye. Di bîst saliya xwe de jî li ser koça ji Kurdistanê ber bi metrepolan ve pirtûk nivîsandiye. Lê ji ber bêderfetiyê nikare pirtûkên xwe çap bike. Di 1990’an de dema Rojnameya Azadiya Welat dertê ew di bin şert û mercên giran ên wê demê nûçegîhaniya rojnameyê dike. Gelek nûçe, helbest û lêkolînên wê di Azadiya Welat, Gundem û yên din de hatine weşandin. Di wê demê de ew pirtûkeke helbestan a bi navê ‘Evîna Mezin’ dixwaze derbixe. Lê dema dişîne çapê, li çapê winda dibe. Heta niha jî xebatên xwe yên nivîskariyê didomîne. Bi taybetî helbestan dinîvîsîne. Pirtûka Încî ya bi navê ‘TU’ di Tirmeha 2014’an de li çapxaneya J&J hatiye çapkirin. Încî anî ziman kurdî di bin zor û zextan de ye û hatiye qedexe kirin.
Încî ya ku ji xeynî nivîsîna helbestan tu karekî din nake got ku karê wê xwendina helbest û nivîsandina wan a bi kurdî ye û wiha got: “Min hetanî niha bi tenê pirtûkek kurdî derxistiye û ew jî ‘TU’ ye. Lê belê xeynî vê pirtûka min min gelek helbest nivîsandine. Lê min çapnekirine. Min helbestên xwe li ser jiyanê û bûyeran nivîsandine.”
‘Helbest rihê mirovan e’
Încî anî ziman ku helbestên xwe gelemperî li ser bûyerên ku qewimîne nivîsandiye û wiha got: “Helbestên min li ser bûyerên ku qewimîne ne. Mînak; dema ku lehengekî jiyana xwe ji dest daye, an jinek bi zextan re rûbirû maye û hwd. min nivîsîne.
‘Armanca min ew e ku her karê wêjeyê bidomînim’
Încî di dawiya axaftina xwe de got ku niha helbestên xwe bi zimanê kurdî dinivîse. Her wiha helbestên wê yên tirkî jî hene. Lê belê beriya zimanê tirkî divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê bi kurdî binivîs. Ji ber ku em deydarên zimanê kurdî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zimane me yê kurmancî di bin zor û zextan de ye û hatiye qedexekirin. Lê belê di jiyana me de helbest û roman mane. Divê em xwedî li van derkevin. Armanca min ew e ku her karê wêjeyê bidomînim. Hetan ku ez bikaribim bifikirm ez ê binivîsim. Dema ku min nivîsand jî ez ê biweşînim. Ji bo ku ciwanên me bi zimanê xwe bixwînin. Bila dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxin. Bila zarok berî her tiştê fêrî zimanê dayikê bibin.”








