Li Cizîrê firotina hişbirê li xwendekarên dibistana seretayî hat ferzkirin
- 09:28 12 Çile 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî qedexeya derketina derve firotina hişbirê heta xwendekarên dibistana seretayî çûye. Li taxa Konakê li dibistanek seretayî li ser xwendekarekî 10 salî firotina hişbirê ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hat ferzkirin.
Li Cizîrê piştî qedexeya derketina derve firotina hişbirê heta xwendekarên dibistana seretayî belav bûye. Li taxa Konakê li dibistanek seretayî xwendekarekî 10 salî firotina hişbirê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat ferzkirin. Li navçeyê zêdebûna bikaranîna hişbirê welatiyan jî dike fikaran. Şêniyên taxa Konakê, bûyerek li Dibistana Seretayî ya Şehît Polîs Ahmet Toprakoglu hatiye jiyîn ji JIN NEWS’ê re vegotin û got mêrek bi wesayîta reş tê ber dibistanê û madeya hişbirê wek şekir difroşe zarokên biçûk. Şêniyan îdia kirin ku vî kesî zarokekî 10 salî tehdîd kiriye û ji bo madeya hişbirê bide zarokan gefa ‘ez ê te û malbata te bikujim, birevînim’ kiriye.
Dayikê bûyer derxistiye holê
Zarok nerehet dibe û malbat radikin nexweşxanê û li wir tê tespîtkirin ku di bedena zarok de şopa madeyê heye. Zarokê ji ber tehdîdê bûyer ji kesî re negot, her tişt ji dayika xwe re vegot. Dayikê di çenteyê kurê xwe de 170 TL pere dît û çû dibistanê ji midûr qeydên kamerayê xwest. Dayika demekê li ber dibistanê sekinî, dît ku kesek kurê wê dibe pişt wesayîtê û agahî da rêveberiya dibistanê.
Piştî xwendekar û mamosteyan bûyer bihîst şûnde şêniyên taxê û malbatên zarokan civînek pêk anî û hat diyarkirin ku divê zarok tenê neyê şandin.
‘Bi tehdîdê hişbir dan kurê min’
Jina bi navê B.D bûyer wiha vegot: “Kurê min diçe pola 5’an. hefteyek berê ji dibistanê hat. Li ser xwarinê rûnişt. Di bêrika wî de 5 lîra 5 kuruş hebû. Min got te ji ku aniye. Got ‘dayê di navbera dersê de mêrek hat dibistanê û got dayika te pere ji te re şandiye'. Min jî got ‘dayika min pere naşîne. Pere avêt baxçe û çû. Min jî girt.’ Ji wê rojê şûnde digot her tim bi min re bê dibistanê. Bêhnek jê dihat. Rojekê min cil dişuşt min dît ku di bêrîka wî de hişbir derket. Min kurê xwe girt hember xwe ez axivîm. Her tişt vegot. Di bêrîka wî de 170 lîra û saetek hebû. Wî kesî ji bo saetên randevuyê derbas neke saet daye kurê min. Kurê min got ew kes kesekî dirêj, porê wî reş wesayîta wî ya pasat heye.”
Dayikê diyar kir ku ew pêşa vî tiştê hatiye jiyîn bernadin û got wan agahî daye polîsan û gilî kirine.








