Lemha Ebdullah: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • 09:28 12 Çile 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
DÊRIK - Dayika bi navê Lemha Ebdullah bîranên xwe yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tîne ziman û bang li hemû jinan dike da ku pergala Îmraliyê bişkînin û li Abdullah Ocalan xwedî derkevin.
 
Dayika bi navê Lemha Ebdullah a bi temenê xwe 50 salî ye, di sala 1988'an de li paytexta Sûriyeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne û heta niha li ser fikir û ramanê wî kar û xebatê dike û vî ramanî ji bo xwe û tevahî jinan wekî rêya azadiyê dibîne.
 
'Fikrên wî feyz da min'
 
Dayika bi navê Lemha Ebdullah wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em niha bi zanist û fikrê Rêber Apo dijîn, me bi vî fikrî kesayeta jina azad nas kir û me wekî jin rastiya jiyana rast fam kir. Min di sala 1988'an de li paytexta Sûriyeyê Rêber Apo dît. Wê demê Rêbertî bi jinan re civîn çêkir, di hemû şîrovekirin û nîqaşên xwe de bal dikişand li ser gerek jin çawa be, çawa jin pêş bikeve û li hember desthilatdariyê têkoşînê bike. Her wiha giringî dida perwerdeya jinê û bal dikşand ser vê xalê. Her tim digot: 'Divê jin were perwerdekirin û jin derdora xwe jî perwerde bike.' Ez heta niha ji wan gotinên Rêber Apo hêz, feyz û moral digirim, ji bo wê heta ji min tê kar û xebatê dikim da ku li Rêbertî xwedî derkevim." 
 
'Bi helbest û stranên xwe hezkirina xwe berz dikim'
 
Dayika Lemha Ebdullah da zanîn ku fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo her jinê bûye rê û rêbazek rasteqîn û wiha pê de çû: "Ji ber ku ez bi fikir û ramanê Rêber Apo re dijîm, bi rojane ez bi wî re dijîm. Em gihaştine vî temenî jî lê hîna em xwedî hêzeke xurt in ji ber ku em bi fikrê azad yê Rêber Apo re dijîn. Min nexwendiye lê ez her tim bi helbest û stranên dilê xwe hezkirina xwe ya li dijî Rêberê xwe berz dikim. Ji ber ku ez hebûna xwe tê de dibînim wekî jin û tim dibêjim xwezî ez kevokek bama li ser Çiyayê Cûdî bifiriyam û biçûma Îmraliyê û min Rêberê xwe careke din bidîtaya. Ez vê yekê tim dixwazim, wê rojek were û dê rêberê me azad bibe û dîsa di nav me de bijî." 
 
'Em ji eşqa azadiyê têr nebûne'
 
Dayika Lemha di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dema mirov rêya rastiyê ji xwe re esas bigire, wê her dem di nava lêgerînê de be. Em weke jin hîn jî ji eşqa azadiyê têr nebûne. Em niha şoreşekê bi rê ve dibin û bi fikrê Rêber Apo welatê xwe ava dikin. Gelek xebat li pêşiya me ye. Ji bo ku em layiqî Rêberê xwe bin, divê hemû jin pergala Îmraliyê bişkînin û xwedî li Rêberê xwe derkevin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."