ROJEVA 12'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 12 Çile 2018
- Rojev
*Derbarê Midûra Karê Nivîsê ya Kovara KJA’yê Hêlîn Tolan de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ doz hat vekirin û ji bo Hêlînê 20 hezar û 80 TL cezayê pere hat dayin.
*Bêrîvan Bayindir a ji ber gurçikên xwe nexweş e, surgunî girtîgeha Bayburtê hat kirin. Her wiha ji ber ku dermankirina bi kelepçekirî qebûl nekir nehat muayenekirin û wiha şandin girtîgehê.
*Li Kurdîstanê di salên 90’î de bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Heremên ku gundên wan nehatine valakirin jî ji ber projeya bajarbûnê nêçar man ku gundên xwe biterikînin derbasî bajaran bûn. Yek ji van jî dayika 90 salî Xezal Yildiz e. Dayika Xezal li bajêr û bi hesreta gundê xwe dijî.
*Dayika bi navê Lemha Ebdullah bîranên xwe yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tîne ziman û bang li hemû jinan dike da ku pergala Îmraliyê bişkînin û li Abdullah Ocalan xwedî derkevin. BI DÎMEN
*Jina bi navê Încî Egîd a ku helbestên xwe bi zimanê kurmancî dinivîse got ku zimanê me yê kurmancî di bin zor û zextan de ye û hatiye qedexekirin. Bila dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxin. Bila zarok berî her tiştê fêrî zimanê dayikê bibin. BI DÎMEN
*Li Cizîrê piştî qedexeya derketina derve firotina hişbirê heta xwendekarên dibistana seretayî çûye. Li taxa Konakê li dibistanek seretayî li ser xwendekarekî 10 salî firotina hişbirê ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hat ferzkirin.
* Meral Tan di 17 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û 18 salan ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin şîdet dît. Meral Tan diyar dike ku bi saza xwe Karakiz ji wê dojehê derketiye û wiha got: “Saza min ji bo min şoreş e.” Meralê bi hevalek xwe re niha li Tuzlayê qursa muzîkê vekiriye. BI DÎMEN
*6'ê Mijdara 1991'an di merasîma sondxwarinê de cara yekem jinek kurd bi awayekî bilind aştî û wekhevî qêriya. Li dijî vê yekê parlamenteriya wê ji destên wê hat girtin, xistin girtîgehê û 10 salan di girtîgehê de ma. Qêrîna Leyla Zana piştî 23 salan li dîwarên sar ên faşîzmê ket.








