Çalakiyên Kongra Star ên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome

  • 17:32 11 Çile 2018
  • Rojane
 
 
EFRÎN - Îro li bajarokê Cindirêsê û navçeya Şîyê yên Efrînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan  belavok hatin belavkirin. Jinên Efrînê bi girseyî tevlî çalakiya belavokan bûn. 
 
Îro li bajarokê Cindirêsê û navçeya Şîyê yên Efrînê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  belavok hatin belavkirin. Jinên Efrînê bi girseyî tevlî çalakiya belavokan bûn. Di çalakiyê de jinan wêneyê Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hilgirtin.
 
Li navçeya Şîyê piştî çalakiya belavokan li ser navê Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şîyê Emine Dingili axivi û wiha got:"Em weke jin her dem li dû fikir û ramanên Rêberê xwe ne. Jin bi Rêberê xwe nefesê digire. Em li vir dibêjin ey Rêberê me rast e tu wekî fizîki ne di nav me de yî, lê heta em te azad nekin em nasekinin." 
 
Dîsa li Cindirêsê jinan bi awayekî girseyî wêne û alên Kongra Star di nava bajar de de hildan û belavokên ji bo azadiya Abdullah Ocalan  belav kirin. 
 
Her wiha çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.