Girtiyan serî hildan bi ser ketin û greva birçîbûnê bi dawî bû
- 16:12 11 Çile 2018
- Rojane
ELEZÎZ - Buroya Hiqûqê ya Bindestan ragihand ku greva birçîbûnê ya ku girtiyan li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê dest pê kiribû bi dawî bû. Ji ber ku ferzkirina qarta nasnameyê ya ji aliyê îdareya girtîgehê dihat kirin bi dawî bû, loma girtiyan dev ji greva birçîbûnê berdan.
Li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê ferzkirina qarta nasnameyê ku hemû mafên girtiyan binpê dikir, bi dawî bû. Jinên girtî greva ku di 1'ê Mijdarê de dest pê kiribûn bi dawî kirin. Li gor agahiyên ku hat bidestxistin girtiyên ku li malbatên xwe geriyane diyar kirine ku ji ber ku hinek mafên wan dîsa ji aliyê îdareya girtîgehê hatiye dayin wan greva birçîbûnê bi dawî kirine.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twitterê ev daxwiyanî parve kir:"Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê ji ber ku ferzkirina qarta nasnameyê ya li ser wan bi dawî bû wan jî dev ji greva birçîbûnê berdane."
Ji ber ferzkirina qarta nasnameyê ya Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê girtî nikaribûn biçiyan rûniştin, nexweşxane, revîrê û nikaribûn bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bianiyan. Her wiha nikaribûn kargoyên xwe jî bistandina. Ji ber vê yekê girtî di 1'ê Mijdarê de ketin gireva birçîbûnê loma jî bi êrîşa fizîkî ya gardiyanan re rû bi rû diman. Ji ber bertekên raya giştî çend roj berê 35 girtî surgunî girtîgehên cuda bûbûn.








