'Pergala Federaliya Demokratîk pergalek serkeftî ye'
- 15:08 11 Çile 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
TIL TEMIR - Hevseroka Meclisa Gel a Bajarê Til Temirê Nînewa Afram Muşê herdû qonaxên hilbijartinên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi erênî nirxandin û banga vegerê li gelê Asûrî kir.
Piştî ku qonaxa yekemîn û duyemên a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê serkeftî derbas bûn, li hemû bajar, navçe û bajarokan civîn hatin çêkirin. Her wiha hevserokên meclisan û cîgirên wan hatin hilbijartin. Li Bajarê Til Temir jî civîn hatin lidarxistin,di encamê civînê de Ciwan Îsa Eyûb ê ji pêkhateya kurd û Nînewa Efram Mûşê ji pêkhateya Asûrî wekî hevserokên Meclisa Til Temir û Luey Hesen û Dicle Emîn jî wekî cîgir hatin hilbijartin.
Di derbarê vê mijarê de Nînewa diyarkir ku projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê misogeriya yekîtiya gelê herêmê ye û wiha pê de çû: "Demokratîkbûyîna hilbijartinan gaveke ber bi derbaskirina kêmasiyên berê bû, wê gelên herêmê bi ruhê wekheviyê pergala xwe pêş bixin. Armanca min wekî jineke Asûrî ew e ku xizmeta gel bikim û weke jin em hebûna xwe û ya hemû jinan isbat bikin. Hilbijartinên meclisê bi taybet ji bo me gelê Asûrî tê wateya avakirina civakek wekhev."
'Pergala Federaliya Demokratîk pergalek serkeftî ye'
Nînewayê diyar kir ku Pergala Federaliya Demokratîk pergalek serkeftî ye û wiha got: "Pergala Federaliya Demokratîk hemû netewan di nava xwe de dihewîne. Ji bo wê jî tevahiya gelan vê projeyê pêşwazî û qebûl dikin. Bi serkeftina qonaxa duyemîn a hilbijartinên Meclisan em ê bighêjin qonaxa 3'yemîn a Pergala Federaliya Bakurê Sûriyê. Ez bang li gelê me yê Asûrî dikim ku vegerin warê xwe û bi me re alîkar bin ku em gund û malêên wan ava bikin û jiyaneke hevbeş bi gelê xwe yê ereb,kurd û suriyanî re bijîn."








