Jinên Efrînê: Têkoşîna jinê hêviya jiyanê ye

  • 14:31 11 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Hevserok û Cîgir ên Meclîsa navçeya Racoyê ya herêma Efrînê di derbarê kar û xebatên piştî hilbajartinan de  nirxandin kirin û anîn ziman ku divê li ser bingeha Netewa-Demokratîk xebatên rêxistinî û perwerdeya jinê pêk were. 
 
Piştî hilbijartinên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê yên Komînan û Meclîsan pêngav û xebatên nû dest pê kirin. Hevserok û Cîgir ên Meclîsa navçeya Racoyê ya herêma Efrînê di derbarê kar û xebatên piştî hilbajartinan de  nirxandin kirin û wiha gotin:"Di çarçoveya Netewa-Demokratîk ku hêvî û wekheviyên cuda di  bin sîwana xwe de vedihewîne, me dest bi qonaxek nû kir. Di vê qonaxê de xwestek û hêviyên gel dê xalên sereke bin."
 
'Di rêvebirina civakê de jin xwedî roleke sereke ye'
 
Hevseroka Meclîsa navçeya Racoyê Leyla Heftaro anî ziman ku di rêvebirina civakê de jin xwedî roleke sereke ye û wiha got:"Hilbijartinên komînan û meclîsan bi awayekî serkeftî derbas bû û jinan di nava van hibijartinan de roleke girîng lîstin. Piştî hilbijartinan qada ku jin rola xwe tê de bilîze dê zêde bibe û xebatên nû yên dê xwestek û hêviyên gel bîne cih dê pêk were. Ji ber ku têkoşîna jinê hêviya jiyanê ye divê jin di her qada jiyanê de çalak bin."
 
'Hêvî û daxwazên gel ji bo me pîroz e'
 
Her wiha Cîgira Hevserok a Meclîsa navçeya Racoyê Rîma Îbrahim anî ziman ku ew ê ji bo gel bixebitin û wiha got:"Ez di destpêkê de spas dikim ku gel bi eleqe û baweriyek mezin beşdarî hilbijartinan bûn. Hêvî û daxwazên gel ji bo me pîroz e. Loma em ê di xizmeta gel de bin. Bi xebat û projeyên nû em ê siberoja gelê xwe ronî bikin û bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."