'Jinên li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan wê li dijî Diyanetê jî li ber xwe bidin'

  • 12:57 11 Çile 2018
  • Rojane
RIHA - Jinên Rihayî bertek nîşanî daxuyaniya Diyanetê dan û diyar kirin ku hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye. Jinan anîn ziman ku heta niha wan çawa li dijî DAÎŞ’ê di ber xwe dan, wê li dijî Diyanetê jî di ber xwe bidin. 
 
Bertek û nerazîbûna li dijî daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê zêde dibin. Jinên Rihayî, di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li avahiya DBP'ê ya Rihayê kom bûn û li dijî daxuyaniya Diyanetê bertekên xwe anîn ziman. Li ser navê jinan Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu, diyar kir ku tevî hemû îtîrazên jinan qanûna muftîtiyê di meclîsê re derbas kirin û wiha got: "Bi vê guhertina qanûnê jin û zarok kirine hedef. Saziya Diyanetê ji dîrokê heta niha hemû baweriyên din înkar kirine û bi hişmendiya yekperestiyê tev digere." 
 
Semayê di berdewamiya axafitna xwe de bal kişnd ser dijdemokratîkbûna Diyanetê û wiha axafitna xwe bi dawî kir: "Diyanet saziyek dijdemokratîk e. Bûye saziya ku piştgiriyê dide polîtîkayên AKP’ê yên dijminantiya jinê dike. Hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye. Jinan anîn ziman ku heta niha wan çawa li dijî DAÎŞ’ê di ber xwe dan, dê li dijî Diyanetê jî di ber xwe bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku perspektîfa Îslama Demoratîk têxin meriyetê."