Mêrê ku Leyla qetil kir piştî bi 3 salan hat dîtin

  • 12:10 11 Çile 2018
  • Rojane
ANTALYA - Jina bi navê Leya Kavak a ku berî bi 3 salan li Serîkê li qada daristanê cenazeyê wê hat dîtin, hat şakerakirin ku ji aliyê hevjînê xwe yê jê veqetiyabû Mehemet Demîrhan ve hatiye qetilkirin.
 
Li navçeya Serîk ya Antalyayê li qada daristanê di 23'yê îlona 2014'an de cenazeyê aîdê jinekê hatibû dîtin.  Cenazeyê ku rakirin Morga Tipa Edlî ya Antalyayê, piştî li wê hat kontrolkirin derket holê ku jina cenazeyê wê hatiye dîtin berî bi 7 mehan hatiye qetilkirin. Piştî ku cenaze li Antalyayê hat kontrolkirin ji bo vekolîneke berfireh Şandibûn  Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî lêkolîna ku 3 salan li ser cenaze hat kirin û mînakên DNA'yê hatin girtin hat aşkerakirin ku cenaze aîdê Leyla Kavak e.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat vekirin de 14 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de hevjînê Leylayê yê ku ew berda bû Mehmet Demîrhan (52) jî hebû. Mehmet Demîrhan sûcê xwe îtîraf kir û got ku wî Leylayê kuştiye. 
 
Mehmet Demîrhan piştî ku karê wî yê li dadgehê qediya hat girtin.  Ji wan kesên din ên ku hatin binçavkirin 8 kes piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan û hat aşkerakirin ku lêpirsîna 5 kesên din jî hîna berdewam dike.