'Jina perwerdekirî siberoja jiyana azad e'

  • 09:17 11 Çile 2018
  • Rojane
Rûken Goman 
 
GIRKÊLEGÊ - Mamosteyên ku tevlî dewreya perwerdeyê ya Şehîd Arjîn bûn, hest û nirxandinên xwe yên têkildarî perwerdeyê anîn ziman.
 
Tevî ku polîtîkayên pişaftin û qirkirinê yên li ser gelê Kurdistanê hatin meşandin, dîsa jî gel çand û zimanê xwe ji van polîtîkayan diparêze. Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê jî li Akademiya Şehîd Dorşîn a mamosteyên xweser ên jin dewreyek bi navê Şehîd Arjîn hat vekirin. Dewre di 6'ê Çileya 2018'an de bi tevlîbûna 35 jinên bi giştî ji bajarên Herêma Cizîrê hat vekirin. Ev dewre dê meh û nîvekê bidome. Di dewreyê de semînerên Jineolojî, Dîroka Kurdistanê, Dîroka Jinê, Şêweya Perwerdekirinê, Çand û Exlaq tên dayîn.
 
'Perwerde kesayetên bi hêz ava dike' 
 
Mamosteya bi navê Robîn Hesen wiha behsa tevlîbûna xwe ya perwerdeyê kir û hestên xwe anî ziman: "Ez beriya niha tevlî gelek perwerdeyan bûme lê di vê perwerdeyê de hîn zêdetir di milê zanebûn û naskirina jinê de dewlemendiyek hebû. Em tevlî vê perwerdeyê bûne da ku em çanda jina û xwedawend a ku bi destê desthilatdaran taybetmendî û pîroziyên wê jê hatine dizîn, em dîsa paşve bistînin. Rêber Apo dibêje: 'Dema ku desthilatdar bixwazin civakekê xira bike, di destpêkê de xençerê xwe li jinê dide, ji ber ku ew dizane dema ku jin were qirkirin wê civak jî kole bimîne'. Zarokên vî nifşî xwedî şens in, ji ber ku me çanda desthilatdar a ku pişaftin li ser me ferz dikir, têk bir û zarokên me îro bi fikrên azad dijîn. Dema fikrê jinê azad be, bêguman wê zarok jî azad û welatparêz derkevin. Loma em ê rêya van perwerdeyan, kesayetên bi hêz ava bikin.' 
 
'Jina perwerdekirî siberoja jiyana azad e'
 
Her wiha mamoste Rojîn Sedûn diyar kir ku jina perwerdekirî siberoja jiyana azad e û wiha got: "Em îro li vir in da ku em kesayetên durist ava bikin, perwerde heta rabûn û rûniştandina mirovan digire dest. Perwerdeya jiyana hevpar nîşanî me dike, çawa ku jin beriya niha li hev kom dibûn û bi hev re kar dikirin, em îro eynî tiştî di Akademiyê de dijîn. Di milê şêwaz û sekna jinan de, her wiha em rengê Netewa Demokratîk derdixin pêş. Îro jina Kurd gihiştiye asta ku şer bike, siyasetê şîrove dike û şoreşa xwe bi navê jinê îfade dike. Bi têkoşîna şoreşa rojava pêngava azadiya jinê pêş ket û em tevlî perwerdeyan dibin û xwe zana dikin. Rêber Apo dibêje 'Jin jiyan e û civak bi jina perwerdekirî azad dibe'. Em jî îro li ser vê bingehê xwe perwerde dikin û dixebitin. Ji bo wê ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî perwerdeyan bibin û kirasê koletiyê ji ser xwe biavêjin."