Jinên Semsûrê: Ev jî polîtîqayeke dewletê ye
- 09:17 11 Çile 2018
- Rojane
SEMSÛR - Ji ber qedexekirina tûtinê nerazîbûna gelê Semsûrê mezin dibe. Jinên Semsûrê anîn ziman ku li Semsûrê tutin dihat çandin û jin li zeviyên tutinê dixebitîn û debara xwe dikirin. Jinên ku bertek nîşanî vê pêkanînê dan wiha gotin: "Piştî ku çandiniya tûtinê hate qedexekirin em ê êdî çi bikin û debara xwe çawa bikin?"
Jinên navçeya Bulamê ya Semsûrê ku di zeviyên tûtinê de dixebitîn debara xwe dikirin piştî ku çandiniya tutinê hat qedexekirin bertek nîşan dan û wiha gotin: "Ji ber ku li Semsûrê herî zêde tutin tê çandin tenê derfeta me ya ku em li zeviyên tutinê bixebitin hebû. Lê piştî ku çandiniya tûtinê hate qedexekirin gelê vir û jin wê çibikin û ji vê rojê şûnde debara xwe çawa bikin?"
Ji jinên Bulamê jina bi navê Elîf Korkmaza (56) ku dayika 8 zarokan e got ku 4 sale di karê tûtinê de dixebite û debara xwe bi çinîna tûtinê dike û wiha got: “Ji ber Walîtiya Semsûrê çandina tûtinê qedexe kiriye em nizanin ku ji vê rojê şûnde çawa debara xwe bikin ? Ji ber ku jinên vê derê di zeviyên tûtinê de dixebitîn, hem li zarokên xwe dinêrîn û hem jî debara mala xwe pê dikirin û mihtacî tû kesî nedibûn. jinên li vê derê ji xeynî tûtinê tu karî nakin. Bi taybetî jî kesên ku xizanin vî karê dikin. Em ê vê meha zivistanê çi bikin û çawa bikin?”
‘jin di karê tûtinê de dixebitin'
Hevşaredara Şaredariya navçeya Bulamê Cemîle Buyukşahîn jî anî ziman ku jin hem li malê û hem jî li derve dixebitin lê keda wan nayê dîtin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên vê derê ji bo ku mihtacê tu kesî nebin bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê didin. Ji ber vê jî jin di gelek qadan de xebatan dike. Ji van qadan yek jî ji ber ku herî zêde tutin li Semsûrê tê çandin karê tûtinê dikin û li zeviyên tutinê dixebitin.”
‘Ev der ji aliyê çavkaniya aborî de wê bikeve asta herî jêr’
Cemîle di dirêjiya axaftina xwe de got ku ji ber demsala havînê li wir kin û zivistan jî dirêj derbas dibe tu darên fêkiyan li wir şîn nabin û ev tişt got: “Ji ber vê jî li vir bi tenê tûtin şîn dibe û jin jî di karê tûtinê de dixebitin. Lê belê di van demên dawiyê de ji ber qedexekirina çandina tûtinê hemû gelê vê derê betal ma. Ji ber vê jî ev der ji aliyê çavkaniya aborî de wê bikeve asta herê jêr. Ger ku qada aboriyê bikeve asta herê jêr di encamê de dibe ku hemû gund bên valakirin. Di demên dawiyê de kerê tûtinê başbû, ger ku tûtin bi temamî bê qedexekirin wê gelê vêderê dest bi koçberiyê bike. ”
‘Ev jî polîtîqayek dewletê ye’
Cemîle di dawiya axaftina xwe de got ku armanca hikûmetê ew e ku bi temamî heremê xizan bêhêle û wiha dawî li axaftina xwe anî “Ev jî polîtîqayeke dewletê ye. Ji ber vê jî dixwazin bi vî awayî heremê vala bikin. Li vir bi taybetî di rojeva me de bi tenê titûn heye. Ji ber ku li vê hermê herî zêde tutin dikare bê çandin. Ji ber vê jî divê ku em hemû li dijî vê qedexyê derkevin. Ger ku em li dijî dernekevin em ê ji cih û warê xwe bibin.”








