Yekemîn Konferansa Jineolojiyê li rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin
- 09:16 11 Çile 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Zozan Sîma diyar kir ku wê Konferansa Jineolojiyê ji bo jinên Rojava - Bakurê Sûriyeyê gaveke pir girîng be û li ser amadekariyên konferansê nirxandin kir.
1'emîn Konferansa Jineolojiyê dê li Rojava - Bakurê Sûriyê di navbera 13-14 çileyê de were lidarxistin. Li ser amadekarî, armanc û naveroka vê konferansê, endama Rêveberiya Lêkolînên Jineolojiyê Zozan Sîma nirxandin kir.
'Lidarxistina konferansê gavek e girîng e'
Zozan Sîma da zanîn ku lidarxistina 1'emîn Konferasnê Jineolojiyê li Rojava-Bakurê Sûriyê gaveke pir giring e û wiha pê de çû: "Jin li Rojava - Bakurê Sûriyê xwedî gelek berheman e, komkirina van berheman jî tiştekî pir giring e ji bo xebatên Jineolojiyê li rojavayê Kurdistanê. Ev nêzî sê salan e xebatên Jineolojiyê li rojavayê Kurdistanê tên meşandin. Em dixwazin di vê konferansê de van xebatên ku hatine kirin pêşkêş bikin. Ev yek jî pir girînge ji ber ku li rojavayê Kurdistanê şoreşeke jinê hatiye kirin. Li gor wê jî wê projeyên nû, modêla akademiyan ku li vir were avakirin û navendên ku hatine vekirin birêkûpêkirina wan, her wiha saziyên din kar û xebatê jinan belgeyên ku hatine amadekirin, dê konferans li ser van esasan be."
Xebata du salnê dawîn
Zozan Sîma di dewama axaftina xwe de wiha got: "Wekî ku tê zanîn zanista Jineolojiyê pêşinyara Rêber Apo bû, ji bo wê jî em dixwazin bidin naskirin ku serokatî ji bo Jineolojiyê çi gotiya. Di konferansa ku bê lidarxistin de wê hem rapora xebatê ya jinan a du salên dawîn were pêşkêşkirin û hem jî derbarê wê de dê sinevîzyon bê pêşkêşkirin. Di heman demê de rapora tehlîla Sosyolojîk jî dê were xwendin."
Zozan herî dawiyê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê her çiqas Jineolojî çiqas nû bê zanîn jî li Rojava bingehê wê yê çil salan heye û wiha got: "Cara yekem e di cîhanê de fakûlteyek bi navê Jineolojiyê tê vekirin her wiha gundê Jinwar, zanîngeha Jineolojî ku hat vekirin û xebatên perewrdeya li ser Jineolojiyê. Ev tevahî gavên dîrokî ne, em dixwazin li ser van hemûyan nîqaş bikin, rexne û pêşinyaran jî bigirin. Em hêvîdarin ku di vê konferansê de pêkanîna pratîka ku li Rojava hatiye kirin, ji bo cihên din jî bibe mînak û model."








