Tevî biryarên parastinê peyamên tehdîdê digire: Ez dizanim ku ne tenê me

  • 09:09 11 Çile 2018
  • Rojane
Duygu Erol
 
ENQERE - E.S ya li taxa Abîdînpaşa ya Mamakê rûdine, derbarê mêrê bi navê M.F. Î ku êrîşa sîstematîk a zayendî, tehdîd û şantaj lê dikir de gilî kir. E.S diyar kir ku derbarê wê de biryara parastinê hatiye dayîn û got: “Lê ji ber mêr wendaye, kelepça elektronîk lênedane û pêvajoya hiqûq dest pê nekiriye. Ez hîna peyamên tehdîdê digirim. Tevî van ez bi piştevaniya jinên derdorê li ser piya me. Ez dizanim ku ne tenê me."
 
Jina bi navê E.S ya li taxa Abîdînpaşa ya Mamak a Enqereyê rudine, sê salan rastî îstîsmara zayendî ya mêrê bi navê M.F. Î hat. E.S piştre çû dozgeriyê û gilî kir. E.S pêkanînên ku bi salane ku dijî ji ajansa me re vegot.
 
Êrîşa zayendî ya sîstematîk di cejna Qurbanê ya 2015’an de dest pê dike. E.S bi wesîleya cejnê diçe mala cîranan û goşt ji wan re dibe. E.S diyar dike ku ew yek bi yek li cîranê xwe geriyaye û wiha got: “Min goşt ji mêrekî ku kesê wî tunebû re jî bir. Min li derî xist û dayê. Got ‘çaya germ heye were qedehekê vexwe’.” E.S diyar ki ku wê ev pêşniyar mirovane dîtiye û piştre rastî tacîza zayendî hatiye.
 
E.S ya hîna şoka bûyerê ji ser xwe navêtiye, piştî rojan şûnde peyamek ji telefona wê re tê û tê tehdîdkirin. E.S diyar dike ku peyama jê re hatiye ev e ‘tu ya a min e, an jî ya axê’ û wiha got: “Kîjan mêr bi jinekê re têkiliyê dayne bi awayekî vê tehdîdê dikin. Em ya yê wan e, yan jî ya axê.”
 
E.S destnîşan kir ku piştî vê peyamê her tişt dest pê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sê sal in jiyana min bi tacîz, şantaj û tecawizê didome. Dibêje dîmenên te di destên min de ne, ez çi bixwazim tuyê bikî an jî ez ê nîşanê keç û kurê te bidim. Ev sê sal in bi şantajê her tişt bi min da kirin. Bêguman min mala xwe, numara xwe guhert. Min cihê karê xwe guhert. Lê her carê ez dîtim.”
 
E.S destnîşan kir ku ji bo tiştek bi zarokê wê neyê bêdeng maye û ev tişt vegot: “Min ji tirsan ji zarokên xwe re tiştek negot. Em jin her tim kesan diparêzin. Em jin ya zarok, ya malbat, ya hevjîn û namûsa xwe diparêzin. Min jî wisa kir.”
 
E.S di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî mêrê bi navê M.F.S ji keça wê re jî peyam şandiye, her tişt ji zarokên xwe re vegotiye û got bi piştgiriya zarokên xwe çûye dozgeriyê û gilî kiriye. E.S wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derbarê min de biryara parastinê hat derxistin. Lê ji ber ev mêr wendaye, kelepçeya elektronîk lê neket û pêvajoya hiqûqî dest pê nekir. Ez bi piştevaniya jinên derdorê li ser piya me. Qaşo ew mêr wendaye lê hîna min bi mirinê tehdîd dike. Hîna li min digere. Min niha doz vekir. Ez dizanim ku ne tenê me.”