‘Bê sedem digirin û piştre cilên yekreg lê ferz dikin’
- 09:06 11 Çile 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ ya li girtîgehan ku bi KHK’ê hat derxistin, didomin. Şukriye Dogan a du kurê wê di girtîgehê de ne, destnîşan kir ku divê zext demildest bi dawî bibe û wiha got: “Zarokên me bê sedem digirin û piştre cilên yekreng li wan ferz dikin. Ev edaleteke çawa ye? Kes vê qebûl nake.”
Pêkanîna cilên yekreng a di meha Tîrmeha 2017’an de ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hat rojevê, bi KHK’a dawî re bû qanûn. Li dijî vê girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtina girtî ji bo mehekê red kirin û banga berxwedanê kirin.
‘Zext her diçin zêde dibin’
Jina bi navê Şukran Dogan a kurekê wê li girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê ye û kurekê wê jî li girtîgeha Tîpa T ya Şakranê ye, diyar kir ku ev zextên zêde dibin bêdadiyek mezine û got kurê wê yê li girtîgeha Afyonê dimîne yê 22 salî nexweşê çolyakê ye û wiha got: “Ev sê sal in girtiye. Li girtîgehê 15 kîlo da. Ev 4 meh in kurê min daxwaz dike biçe nexweşxanê lê nabin nexweşxanê. Dermanê divê bikar bîne nadên. Ji ber ku li cihekî dûr e em ji du mehan carekê dikarin biçin hevdîtinê. Piştî surgunan vê carê pêkanîna ‘cilên yekreng’ xistin jiyanê. Ev jî nayê qebûlkirin.”
Şukriyeyê di berdewamiyê de wiha got: “Em tenê bi telefonê diaxivin. Vê hefteyê ez bi kurê xwe yê li Îzmîrê re neaxivîm. Wan jî biryar girtine ku dernekevin hevdîtinê. Ceza dane wan jî. Ez her duyan jî meraq dikim. Zextên li Afyonê ji xwe nayên ziman. Girtî her tim tên derbkirin. Welatî ewqas rê diçin, hevdîtin daxistine nîv saetê. Her roj bi ser koxuşan de tên girtin. Dema em diçin hevdîtinan, em jî nisîbê xwe digirin.”
‘Em li pişta zarokên xwe ne’
Şukriyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî pêkanîna cilên yekreng û zextan wê heta dawî li cem girtiyan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em malbat vê tu car qebûl nakin. Em li pişt zarokên xwe ne. Wan hem bê sedem digirin hem jî vê pêkanînê li wan ferz dikin. Ev edaleteke çawa ye? Kes vê qebûl nake.”








