'Bi rêya cenazeyan li malbatan îşkenceyê dikin'
- 09:03 11 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncer êrîşên li dijî cenazeyên PKK’iyan û pêkanînên saziya Tipa Edlî nirxand û diyar kir ku ji ser cenazeyan îşkence bi malbatan tê kirin û got ev di hiqûqa şer de jî tuneye.
267 cenazeyên ji Goristana Garzan a Taxa Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin, ku berê jî testa wan a DNA’yê hatibû kirin bi hinceta wê testa DNA’yê bikin şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li ser bertekên hatin nîşandan şûnde Walitiya Bedlîsê neçar ma ku daxwiyaniyê bide û diyar kir ku cenaze li gor mewzuatê hatine derxistin. Parêzer Gulîzar Tuncer êrîşên demên dawî yên li hember cenazeyên PKK’ê pêk tên û pêkanînên Saziya Tipa Edlî nirxand û diyar kir ku bi rêya cenazeyan îşkence bi malbatan tê kirin û got ev pêkanîn di hiqûqa şer de jî tuneye.
Gulîzarê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dema mirov di alî hiqûqî de li pêkanînên saziya tipa Edlî dinêrin, li gorî xala 10’emîn a kar û barê otopsiyê dike, cenazeyê birine STE’ê di bin çavdêriya Serokê Daîreya Îhtîsas a Morgê de divê herî dereng di 48 saetan de pêk bê û rapor di 15 rojan de bê amadekirin. Her wiha divê rapor ji bo merciyên têkildar jî bên şandin. Lê di demên dawî de me dît ku cenazeyan tînin rewşeke ku nayê nasîn û mirov nikarin teşîs bikin. Bi karekî biçûk mirov nikare pisgirêkan çareser bike. Divê testa DNA’yê bê kirin. Lê niha ev testa DNA’yê jî veguheriye eziyetê. Malbat bi rojan tên sekinandin. Ev di hiqûqa şer de jî tuneye.”
‘Zext li malbatan tê kirin’
Gulîzarê daxuyakirin ku di pêvajoya Nisêbîn, Cizîr û Sûrê de bi rêya cenazeyan îşkence li malbatan hatiye kirin û ev tişt daxuyand: “Hinek malbatan milekî zarokê xwe li STE ya Elezîzê milekî din li STE ya Amedê dîtin. Ev pêkanîn tam li gorî konsepta şer e. Îşkenceyên li cenazeyan hatine kirin veguheriye zilmê. Di pêvajoya dawî de jî berovajî vê tê kirin. Ji bo cenazeyên nasnameyên wan ne diyar e sê rojan dipên û piştre dibin li goristana bêkesan defin dikin. Dewleta wê demê pêvajo lezgîn dikir niha dirêj dike. Li dijî parêzeran jî ev vediguhere polîtîkaya zext û çewisandinê. Komeleyên piştevaniya bi malbatan re jî bi KHK’yan hatin girtin. Tu eleqeya pêvajoyê bi hiqûqê tuneye.”








