ROJEVA 11'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 11 Çile 2018
- Rojev
*Mamosteyên ku tevlî dewreya perwerdeyê ya Şehîd Arjîn bûn, hest û nirxandinên xwe yên têkildarî perwerdeyê anîn ziman.
*Parêzer Gulîzar Tuncer êrîşên li dijî cenazeyên PKK’iyan û pêkanînên saziya Tipa Edlî nirxand û diyar kir ku ji ser cenazeyan îşkence bi malbatan tê kirin û got ev di hiqûqa şer de jî tuneye. BI DÎMEN
*Emîne Turk di temenê biçûk de hat zewicandin û ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve rastî îşkenceya sîstematîk hat. Emîneyê li dijî mêrê îşkence pê dikir parastina cewherî pêk anî û niha bi daxwaza cezayê muebetê tê darizandin. Emîne ya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, berî rûniştina biryarê ya di meha Adarê de tê dîtin, piştevaniyê ji jinan dixwaze.
*Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Zozan Sîma diyar kir ku wê Konferansa Jineolojiyê ji bo jinên Rojava - Bakurê Sûriyeyê gaveke pir girîng be û li ser amadekariyên konferansê nirxandin kir. BI DÎMEN
*Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ ya li girtîgehan ku bi KHK’ê hat derxistin, didomin. Şukriye Dogan a du kurê wê di girtîgehê de ne, destnîşan kir ku divê zext demildest bi dawî bibe û wiha got: “Zarokên me bê sedem digirin û piştre cilên yekreng li wan ferz dikin. Ev edaleteke çawa ye? Kes vê qebûl nake.”
*E.S ya li taxa Abîdînpaşa ya Mamakê rûdine, derbarê mêrê bi navê M.F. Î ku êrîşa sîstematîk a zayendî, tehdîd û şantaj lê dikir de gilî kir. E.S diyar kir ku derbarê wê de biryara parastinê hatiye dayîn û got: “Lê ji ber mêr wendaye, kelepça elektronîk lênedane û pêvajoya hiqûq dest pê nekiriye. Ez hîna peyamên tehdîdê digirim. Tevî van ez bi piştevaniya jinên derdorê li ser piya me. Ez dizanim ku ne tenê me." BI DÎMEN
*Şanoya Mencelê ya ku her meh bi lîstiên cur bi cur derdikeve ser dikê di meha çileyê de jî bi bernameya xwe ya têr û tijî li gel temaşevanê xwe ye. Şanoya ku di navbera 5 û 6'ê mehê de bi lîstika 'Heft û heşta du kesn' derket pêşberî temaşevanê xwe wê di rojên pêşiya me de jî bi listikên xwe yên cur bi cur ku bi kurdi pêşkêş dike derkeve ser dikê. BI DÎMEN
*Ji ber qedexekirina tûtinê nerazîbûna gelê Semsûrê mezin dibe. Jinên Semsûrê anîn ziman ku li Semsûrê tûtin dihat çandin û jin li zeviyên tûtinê dixebitîn û debara xwe dikirin. Jinên ku bertek nîşanî vê pêkanînê dan wiha gotin: "Piştî ku çandiniya tûtinê hate qedexekirin em ê êdî çi bikin û debara xwe çawa bikin?" BI DÎMEN








