'Diyanet bi daxuyaniyên xwe îstîsmara zayendî rewa dike'

  • 16:25 10 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Jinên KESK'î diyar kirin ku Diyanet bi daxuyanî û xebatên xwe îstismara zarokan, tecawiz û tacîzê rewa dike û bal kişand ser kampanyaya "Em otobusên pembe dixwazin." Jinan destnîşan kir ku koma mêran a ev kampanya daye destpêkirin cudakariyê bi pêş dixe.
 
Endamên Jin ên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, li avahiya sendîkayê têkildarî daxuyaniya Diyanetê bertek û nerazibûn nişan da. Jinên KESK'î diyar kirin ku di bin navê "balix" û "mehrê" de zarokên keç ên 9 salî dixin nav tora zewacê û Diyanet rexne kir.  Jinên KESK'î kampanyana "Em otobusên pembe dixwazin" jî şermezar kir û xwestin dest ji van pêkanînan bên berdan.
 
 Berdevka Demî ya Platforma Şaxan a KESK'ê Eylem Uca daxuyanî xwend û diyar kir ku di serdema AKP'ê de îstismara li dijî jin û zarokan zêde bûye û got: "Her roj şideta mêr a li dijî jinê zêde dibe. Zarok li wargeh, dibistan û kuçeyan bi tecawiz û tacîzê re rû bi rû dimînin."
 
Eylemê  aşkera kir ku Diyanet bi daxuyaniyan zewaca zarokên keç ên 9 salî rewa dide nîşan, ev wekî rewakirina tacîz û tecawizê pênase kir. Uca xwest Diyanet bê girtin û li cihê wê parkên zarokan bên avakirin.
 
Eylemê  herî dawî kampanyaya "Em otobusên pembe dixwazin" jî şermezar kir û kampanya wekî cudakariya li dijî jinê û wêderkirinê pênase kir.