Kongra Star ji bo bîranîna Sakîne û rêhevalên wê semîner li dar xist
- 16:14 10 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Rêxistina Kongira Star ji bo bîranîna her sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li gundê Qibarê yê girêdayî navçeya Eşrefiyeyê ya Efrînê semîner li dar xist.
Rêxistina Kongira Star ji bo bîranîna her sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li gundê Qibarê yê girêdayî navçeya Eşrefiyeyê ya Efrînê li Akademiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) semîner li dar xist. Semînera ku derbarê yek ji damezrênera PKK'ê Sakîna Cansiz û rêhevalên wê Fîdan Dogan hat lidarxistin ji aliyê Endama Koordinasyona Kongra Star Dîlan Efrîn hat dayîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Dîlan Efrîn axivî û wiha got:" Heval Sakîne ji bo me ronahiya rêya têkoşîna bê hempa ye. Em weke jinên kurd her kêlîyên heval Sakîne ji bo xwe bingeh digirin û em li ser şopa rêya wê têkoşîna xwe didin meşandin."
Dilan Efrin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Rastiya heval Sakîne pergala desthilatdar û faşîst şikand. Heval Sakîne di warê berxwedana jinê de bû mînakek girîng."
Dilan Efrin di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Dema em dibêjin heval Sakîne berxwedana jin a kurd tê hişê mirov. Em ê jî li ser şopa her sê jinên serhildêr û têkoşer berxwedana xwe bidomînin.
Semîner bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî","Şehîd namirin","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.








