Jinên Efrînê: Sakîna Cansiz û rêhevalên wê pêşengên bi rûmet ên siberojê ne

  • 14:44 10 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Jinên Kurd komkujiya Parîsê şermezar kirin û nerînên xwe ji bo her sê siyasetmedarên jin anîn ziman û gotin:" Dijmin xwest ku di şexsê têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de Şoreşa Rojava û ya jinê têk bibe lê jin bi hêztir bû û dijmin bi ser neket". 
 
Jinên herêma Efrînê komkujiya 9'ê Çilêyê 2013'an ku li Parîsê li ser  Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayelemez hatibû kirin şermezar kirin û nerînên xwe anîn ziman.
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk Nebîhe Mosko hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku şehadeta Sakîna Cansiz û rêhevalên wê ronî da Tevgera azadiyê û wiha domand:" Her sê siyasetmedarên jin heta dawiyê ew ê rêya me û xeyalên me ronî bikin û em ê şopdarê doza wan bin."
 
Her wiha endama Kongra Star a herêma Efrînê Muşîre Menile Reşîd her sê jinên têkoşer bi bîr anî û wiha got:" Sakîne, Fîdan û Leyla xwedî kesayetek bi rûmet bûn û tu caran serî li hemberî zilm û zordariyan netewandin. Em ê jî di rê û şopa wan de bimeşin û serî li hember dijmin netewînin."
 
Her wiha Endama Komîteya jin a TEV-DEM 'ê Sureya Mustefa jî diyar kir ku wan hêz û feyza xwe ji her sê jinên şoreşger girtine û wiha got:"Me tucaran hêviya xwe wenda nekir û têkoşîna xwe berdewam kir. Çimkî me her sê jinên têkoşer Sakîne, Fîdan û Leyla mînak girt. Divê em jinên kurd mil bidin hev û mîrateya her sê jinên şoreşger li ser piyan bihêlin. Sakîna Cansiz û rêhevalên wê pêşengên bi rûmet ên siberojê ne"