Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de tê girtin

  • 12:58 10 Çile 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama PKK’ê Dîcle Bozan a ku lingekî wê hat jêkirin û bi giranî birîndare ji ber nexweşiya roviyan ew sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kirin. Ji bo dermankirinê jê re gotin “dor heye” û di hucreya yek kesî de tê girtin. 
 
Di Nîsana 2017’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de endama PKK’ê Dîcle Bozan bi giranî birîndar hat girtin. Dîcle piştî hat girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Lingekî Dîcleyê hat jêkirin. Nêzî mehek berê Dîcleyê ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin. 
 
Gotin 'dor heye' û ew di hucreyê de dan sekinandin
 
Piştî emeliyatê roviyên Dîcleyê li derve ne û hêj ji lingê xwe din birîndar e. 9 meh in Dîcleyê li benda emeliyatê ye. Hat zanîn ku Dîcleyê ji bo dermankirinê şandine Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û ji bo dermankirinê jê re gotine “dor heye” û nehatiye emeliyatkirin. Hat hînbûn ku Dîcleyê li hucreya yek kesî tê girtin û dema derdikeve hewşê bi tena serê wê derdixin. Hat zanîn ku xetereya rewşa tenduristiya Dîcleyê didome. 
 
Berdevka Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re ya Îzmîrê Selma Altan destnîşan kir ku Dîcleyê li benda emeliyatê ye û ji bo girtîgehek din sewq daxwaz kiriye.