Piştî Sirgûnên ji Girtîgeha Xerpêtê

  • 10:09 10 Çile 2018
  • Rojane
Habîbe Eren 
 
ENQERE - Dayika Rozerîn Îldan a ku ketibû greva birçîbûnê û di roja xwe ya  69'an de ji Gritîgeha Xerpêtê sirgûnî Girtîgeha Erziromê hatibû kirin, Yasemîn Îldan diyar kir ku ew ê li dijî tundiya li ser zarokên xwe bêdeng nemînin û wiha got: "Divê ku em girtiyan bi tenê nehêlin. Danasîna berxwedana wan erka me ya sereke ye."
 
Greva birçîbûnê a li Girtîeha Xerpêtê ya Tîpa T ku li dijî binpêkirinên li girtîgehê hatibû destpêkirin di roja 71'emîn de berdewam dike. Ji girtiyên ku di 10'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kiribûn hinek ji wan hatin sirgûnkirin. Girtiyên ku sirgûnî girtîgehên din hatine kirin li wan girtîgehan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Girtiyên ku hat diyarkirin dest ji vîtamîna B1 jî berdane rewşa roj bi roj giran dibe.  
 
Ji van girtiyên ku ji 10'ê mijdarê de dest bi greva bê dem û bê dorveger kiriye Rozerîn Îldan, sirgûnî Girtîgeha Jinan a Erziromê hatiye kirin. Dayika Rojzerîn Îldan Yasemîn Îldan, diyar kir ku ew 4 meh e ji keça xwe agahiyê nagire, got ku her diçe rewşa keça wê giran dibe û banga hestiyariyê li raya gitştî kir.
 
'Tundî her ku diçe zêde dibe'
 
Yasemînê diyar kir ku dema çûye hevdîtina vekirî ya keça xwe keça wê jê re gotiye ku tundiya li ser wan roj bi roj zêde dibe û got ku dema ew çûne hevdîtina vekirî bi heqaretên gardiyanan re rûbirû mane.
 
'Li odeya bi sunge îşkence û tehdît'
 
Yasemînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tundiye mezin li Girtîgeha Xerpêtê li dijî girtiyan tê meşandin û  wiha got: "Herî dawî gardiyan saet di 12'ê şevê de ketine qawîşê û ji keça min re gotine ku divê em bi te re hevdîtinekê bikin. Keça min jî gotiye 'di vê saetê de hevdîtina çi' û bertek nîşan daye.  Keça min piştre dema ku daketiye jêr ji aliyê 40 -45 gardiyanan ve bi îşkenceyê re rûbirû maye. Lê her ku wan êrîş kiriye keça min jî dirûşim berz kirin û piştre girtiyên din hatine. Berê jî keça min birine odeya bi sunger û ew bi tecawizê tehdît kirine."
 
'Tek tîp nayê qebûlkirin'
 
Yasemînê bal kişand ser pêkanîna 'potên yek reng' jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ew li hundir em ê li derve li dijî van pêkanînan li ber xwe bidin û ger ku pêwist bike em ê jî dest bi grevê bikin.  Rewşa zarokên me her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe û em banga hestiyariyê li raya giştî dikin."