Parêzer Ceren Şîmşek: Diyanetê Destûra Bingehîn binpê kir

  • 09:10 10 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE - Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê ku di malpera xwe de cih da îfadeyên ku îstîsmara zarokan teşwîq dike, Destura Bingehîn binpê dike û got: “Daxuyaniya diyanetê wê hem bêcezabûn û hem jî îstîsmarê zêde bike.”
 
Serokatiya Karên Diyanetê di malpera xwe ya fermî de cih da îfadeyên ku zewaca zarokan û îstîsmara zarokan teşwîq  dike û bertekên li dijî vê her diçin zêde dibin.  Femînîst parêzer Ceren Şîmşek diyar ki ku AKP bi awayekî sîstematîk bi salane hewl dide civakê biguherîne.
 
Di 2017’an de 387 zarok rastî îstîsmara zayendî hat
 
Cerenê diyar kir ku li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a sala 2017’an de 387 zarok ji aliyê mêran ve rastî îstîsmara zayendî hatine û wiha pê de çû: “Peywira dewletê ew e ku li gorî Peymana Mafên Zarokan û Rêgeza Fêdeya Zarokan pêşî li îstîsmara zarokan bigire. Daxuyaniyên Diyanetê  rê li ber binpêkirina Destura Bingehîn jî vedike.  Her wiha çalakî û pêkanînên ku Destura Bingehîn sûc dihesibîne jî diparêze.”
 
Cerenê di berdewamiyê de diyar kir ku di sala 2017’an de 387 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û ev tişt daxuyand: “Di civakê de mirovên ku hewl didin li gorî daxuyaniya Diyanetê bijîn hene.  Di salên dawî de zêdebûna îstîsmara zarokan jî ji ber vê zêde dibin.Ligel vê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî jî wek her dim bêdeng ma.”