'Bi çêkirina girtîhgehan mirovan ji mirovahiyê derdixin'

  • 09:04 10 Çile 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Prof. Nîlgûn  Toker anî ziman ku mafê hin gelê Tirkiyeyê tê astengkirin û wiha got: “Mafê  welatiyan tê astengkirin û cezayê hiqûqê ya dijminatiyê li welatiyan tê kirin. Li dijî welatiyê Tirkiyeyê mafên kesên ku tuneye cezayê hiqûqê ya dijminatiyê heye.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê her roj tiştên nû dertên holê. Li van girtîgehan mafê hemû girtiyan tê binpêkrin û bi taybetî jî mafê girtiyên kurd ên wekî ziman, nasname, çand û bawerî ji destê wan tên girtin. Her ku diçe girtîgehan vedûguherînin cihên taybet. Kesên ku di wir de tên girtin mafên wan hemû ji destên wan tên girtin. Di girtîgehan de pêdivî nayên dîtin û girtî ji civakê tên îzolekirin. Bi vî hawî jî dixwazin mirovan ji rûmeta wan dûr bixin. Endama Akadamiya Piştgiriya bi Îzmîrê re Nîlgûn Toker anî ziman ku girtîgeh weka cihê girtî tên teşekirin û wiha got: “Mafê  welatiyan tê astengkirin û  dijminatî li dijî welatiyan tê kirin. Li ser welatiyê Tirkiyeyê mafên kesên ku tuneye cezayê hiqûqê ya dijminatiyê heye.”
 
Nîlgûnê got ku li cihanê û Tirkiyê bi çêkirina girtîgehên taybet  mirovan ji mirovahiyê dixwazin derbixin bi vê hawî mirovan teşe dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Girtiyên ku di girtîgehan de dijîn û bi taybetî jî girtiyên siyasî weke ku mirov nînin têkilî bi wan re tê danîn.  Em vî tiştî di her qadê de dibînin. Mînak qawişa 5 kesan de  50 kes dimînin, an jî di girtîgehên taybet de girtî rastî tecrîtê tên.”   
 
'Mirovên girtî ji mirovahiyê derdixin'
 
Nîlgûnê di berdewama axaftina xwe de got ku divê kesên ku  dewletê ew xistin girtîgehan kesên ku xistine girtîgehan biparêze  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet  ji bo kesên ku kirine girtîgehan li jiyanê vegerîne divê hewl bide û wan li jiyanê vegerîne û baweriyê bide wan. Divê hemû kesên di girtîgehan de ne dewlet pêdiviyên wan ên taybet bizanibe û çareser bike. Lê berovahî vê dewlet kesên ku digere girtîgehan ji bo wan ji mirovahiyê derxîne hewl dided.  Lewra jî mafên girtiyan ên ku hatine binpêkirin divê ji raya giştî re bê aşkerakirin.”
 
‘Hiqûqa cezayê hiqûqa dijminantiyê ye’
 
Nîlgûn a ku mafê welatiyan ên li  girtîgehên Tirkiyeyê nirxand got ku Tirkiye bûye weka girtîgeheke girtî û  ev tişt got: “Li Tirkiyeyê gelek welatî ji mafên xwe bêpar hatine hiştin.  Ev jî tê wateya ku dema welatek mafên welatiyên xwe asteng dike wan hem welatî nabîne ye. ”
 
'Divê ji bo wekheviyê hin tişt bên kirin'
 
Nîlgûn di dawiya axaftina xwe de got ku li girtîgehên tirkiyeyê mafê hemû welatiyan tê binpêkirin û bi taybetî jî mafên girtiyên kurd ên wekî nasname, çand û ziman tê binpêkirin û ev tişt got: : “Hikûmet ji nîvê civakê re dibêje ku ew dijminin û hûn çi ji wan bikin mubah e. Bi vî awayî zilm û zarodariya ku li ser girtiyên kurd tê kirin vedişêrin û dernaxînin holê."