ROJEVA 10'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 10 Çile 2018
- Rojev
*Prof. Nîlgûn Toker anî ziman ku mafê gelê Tirkiyeyê tê astengkirin û wiha got: “Mafê welatiyan tê astengkirin û cezayê hiqûqê ya dijminatiyê li welatiyan tê kirin. Li dijî welatiyê Tirkiyeyê mafên kesên ku tuneye cezayê hiqûqê ya dijminatiyê heye.” BI DÎMEN
*Li Colemêrgê li atolyeya berikan 8 jinên ciwan ji bo ku çanda çêkirina berikan wenda nebe, bi salane berikên ku aîdî herema Colemêrgê ne çê dikin. Jinên ku berikan çêdikin boyaxa berikên xwe jî bi awayê ekolojîk hildibarînin û ji rehikên giya boyaxê hildiberînin. Jinên karker diyar kirin ku çanda ku jinan bi teşî û şûjinan avakirine destûr nadin wenda bibe. BI DÎMEN
*Rêvebira Kongra Star a Bajarê Tiltemirê Emgîhan Cûdî li ser raperîn û serhildana gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Hêvî û berxwedana gel a li dijî rejîma diktator dê rê li deskeftiyên mayinde veke."
*Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat bertek nîşanî êrîşên li hemberî Goristana Garzanê da û got: “Baş tê zanîn ku li herêma me li dijî goristanan rêzdarî rêbazeke. Pêkanîna înşata kaçax a li hember goristanan bi hinceta parastina cemawerî tu car nikare bê vegotin. Ev êrîş tu car nayên qebûlkirin. Ne di hiqûqê de ne di rêbazên ahlaqî û ne jî di hiqûqa nivîskî de tiştekî wisa tuneye. Em ê bibin şopdarê vê.” BI DÎMEN
*Helbestkar Zahîde Eskîcî ku tevlî 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê bû, tenê heta pola 5’an a dibistana seretayî xwendiye. Zahîde di fuarê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişand û wiha got: “Jin helbestan jî dinivîsin, stranan jî, diçin ser zeviyan jî û li zarokan jî dinêrin. Ez ji bo vê bişikînim hîna ez ê gelek berxwe bidim. Ez ê têkoşîna jinê di pirtûkên xwe de bi cîhanê bidim bihîstin.” BI DÎMEN
*Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku Wezareta Karê Diyanetê ku di malpera xwe ya web de cih da îfadeyên ku îstîsmara zarokan teşwîq dike, Destura Bingehîn binpê dike û got: “Daxuyaniya diyanetê wê hem bêcezabûn û hem jî îstîsmarê zêde bike.”
*Dayika Rozerîn Îldan a ku ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji Gritîgeha Xerpêtê sirgûnî Girtîgeha Erziromê hatiye kirin. Yasemîn Îldan diyar kir ku ew ê li dijî tundiya li ser zarokên xwe bêdeng nemînin û wiha got: "Divê ku em girtiyan bi tenê nehêlin. Danasîna berxwedana wan erka me ya sereke ye." BI DÎMEN








