Ji bo Sakîne û rêhevalên wê li Qamişlo û Kobanê meş hat lidarxistin
- 17:08 9 Çile 2018
- Rojane
QAMIŞLO/KOBANÊ - Bi hezaran kes bi pêşengtiya Kongra Star û TEV- DEM'ê ji bo bîranîna her sê jinên siyasetmedar Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Qamişlo û Kobanê meşek girseyî hat lidarxistin.
Bi hezaran kes bi pêşengtiya Kongra Star û TEV- DEM'ê ji bo bîranîna her sê jinên siyasetmedar Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Qamişlo û Kobanê meşek girseyî hat lidarxistin. Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser û Saziyên Civaka Sîvîl û bi hezaran kes beşdarî meşa girseyî bûn.
Di meşa Qamişlo de wêneyên sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Kongra Star hat hilgirtin. Meş ji Qada Şehîdên 12'ê Adarê dest pê kir û heta Goristana Şehîd Delîl Saroxan dewam kir.
Piştî deqeyek rêzgiritn, endama rêveberiya kongira Star Newroz Kobanê axivî, Newrozê komkojiya Parîsê şermezar kir û wiha got:" Rih û sekna heval Sakîne û rêhevalên wê cuda û bi hêz bû. Bi hêza Sakîne, Fîdan û Leylayan Jinên Kurd dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em sê jinên şoreşger bi bîr tînin û em dibêjin heta ku em hebin şoreşa wan dê rêya me ronî bike."
Her wiha di çalakiya Kongra Star de, saziyên Civaka sivîl Rêxistina Sara Ya Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Komeleya Mafê Mirovan, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Parêzeran daxuyaniyek dan. Di daxwiyaniyê de hat gotin ku ev komkujî tundiya li ser mirovahiyê bi giştî ye û ji bo kujerên ku ev komkujiya pêk anîne derkeve holê bang li hemê sazî û dezgeyên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî hat kirin.
Meşa li Qamişloyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
Rêxistina Kongra Star li Kobanê jî bi dirûşma" Em ê xeta azadiyê ji Sarayan heta Delalan bi serkeftinê tacîdar bikin" ji bo her sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek girseyî hat lidarxistin.
Di meşê de wêneyên her sê jinên siyasetmedar û alên Kongra Starê hat hilgirtin. Meşa ji Qada Azadiyê dest pê kir heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Koordinasyona Kongra Star Xalîsa Hac Abdullah Qadir Axivî, Xalîsa her sê jinên siyasetmedar bi bîr anî, û komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha got:" Bi komkujiya Parîsê ku bi destên Mîta Tirk pêk hat, xwestin ku îradeya Gelê Kurd bişikînin. Lê em ê wekî Gelê Kurd bi taybet Jinên Kurd li ser riya Sakîne, Fîdan û Leylayan têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin.
Her wiha meşa Kobanê jî bi dirûşma " Jin jiyan azadî " bi dawî bû.








