Jinên hiqûqnas bertek nîşanî 'Otobosên pembe' dan
- 14:56 9 Çile 2018
- Rojane
WAN - Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, bertek nîşanî kampanyeya “Em ji bo jinan otobusên pembe dixwazin” a ji aliyê komek mêrên navê Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlên Wanê li xwe kirin, dan.
Li Wanê ev du heftene, Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlên Wanê ku nêzî AKP’ê ye kampanyaya “Em ji bo jinan otobusên pembe dixwazin” didin meşandin. Bertekên li dijî vê kampanyayê her ku diçe mezintir dibin. Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, civîna çapemeniyê li dar xistin û bertek nîşanî kampanyayê dan. Civîna çapemeniyê li Baroya Wanê hat lidarxistin û endama Komîsyonê Parêzer Gamze Karakiyak daxuyanî xwend. Gamzeyê, diyar kir ku ên kampamya dan destpêkirin û îmzeyan jî kom dikin mêr in û wiha axivî: “Ev pêkanîn her çiqasî weke parastina jinê bê lansekirin jî, lê di esasê xwe de armanc ew e ku jinê ji derveyî jiyana civakî bihêlin. Di bin navê parastina jinê de dixwazin cudakariyê derbixin holê.”
Gamzeyê, da zanîn ku tu carî ew ê destûrê nedin pêkanînên wiha yên dixwazin jinan ji civakê cuda bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêkanînên wiha civakê ji hev cuda dikin. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Divê em hemû li dijî van pêkanîna derbikevin.”








