Li Wanê jinên leheng hatin bibîranîn

  • 14:51 9 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Li Wanê bi pêşengiya TJA`yê û bi tevlibûna bi sedan jinan 3 jînên leheng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn. 
 
Di sala 2013`an de li Parîsê 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi sûîkastekê hatibûn qetilkirin.  Li Wanê jî bi munasebeta salvegera qedlikirina her sê jinan merasîma bîranînê bi pêşengiya TJA'yê li avahiya DBP'ê hate lidar xistin. Di merasîma ku hat lidarxisitn de  li gel Parlementera HDP Bedîa Ozgokçe,Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Wanê û endamên  rêxistinên HDP û DBP  bi sedan jî tevli bîranînê bûn . Di bîranînê de pankarta li ser nivîsa " Evîna me ya azadiyê sedema berxwedana me ye" hat daliqandin.  Her wiha Wêneyên Sakineyan û Seveyan jî li gel hev  hatine daliqandin. 3 jin bi qurnefîlan hatin bîranîn.
 
'Emê kujeran bi berxwedana xwe darizînin'
 
Axaftina bîranînê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Gûlcîhan Şîmşek ve hat destpêkirin. Gûlcîhanê destpêkê her sê jin bibîr anîn û got ku ew ê heya dawîyê şopdarên têkoşina Sakineyan û Seveyan bin û wiha axivi;“Li Parîsê sê jinên şoreşger ji aliyê hêzên dagirker ve hatin qetilkirin. Bêguman em jin û tevgera jinan soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên Sakineyan bîn. Di kesayeta her sê jinan de xwastin tevgera jinê biqedînin. Lê me têkoşîna xwe bilindtir kir. Ji ber ku em rêhevalên Sakîneyan bûn.  5 sal di ser vê komkujiyê  re derbas bûn ew hîna kujer nehatine aşkerakirin û darizandin. Em ê jin kujerên  Sakîneyan û Seveyan bi doz û têkoşîna xwe bi darîzînin. Ez li hemberî têkoşîna 6 jinan bejna xwe ditewînim.“
 
'Armanc tasfiyekirina tevgera jinên azad bû`
 
Piştî Gûlcîhanê Parlementera HDP Bedîa Ozgokçe axivi Bediyayê jî daxuyand ku armanca dewletê di di kesayeta Sakineyan de bîrdoziya Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji holê rakirin û wiha got:“Jinên têkoşer tu car li hemberî zilma dewletan serê xwe netewandin. Armanca qetilkirina Sakineyan ew bû ku tevgera jinên azad tasfiye bikin. Lê negihîştin armanca xwe. Bêguman di pêvajoya mûzakereyê de qetilkirina wan ji gelê kurd û îmraliyê re peyameke zelal bû. Dewleta ku aşitî nexwest han kujer aşkera nekirine.  Lê jin wê berxwedan xwe berdewam bikin û serî netewînin. “
 
Piştî axiftinan merasîm bi xwendina helbest, klamên dilşewat û sînevîzyonê berdewam kir.
 
Bîranîn bi tililî û dirûşmeyên `Şehît namirin` bi dawî bû.