Li Suleymaniyeyê mirina gumanbar a zarokekê
- 14:15 9 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Suleymaniyeyê hat îdiakirin ku zarokekê bi awayekî gumanbar xwe kuştiye.
Hat gotin ku do li kuçeya Xebat a bajarê Suleymaniyeya Başûrê Kurdistanê zaroka 17 salî ya bi navê K.K.A bi awayekî gumanbar xwe intîxar kiriye. Zaroka ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Polîsan a Suleymaniyeyê diyar kir ku wan têkildarî bûyerê lêpirsîn dest pê kirine.
Her wiha tê payin ku di serdemên dawî de li Başûrê Kurdistanê asta mirinên gumanbar zêde bûne. Lêkolîneran diyar kirin ku mirana gumanbar, komkujiya li ser jinan û bûyerên tundiyê yên li ser jinan jî zêde bûne. Aktivîstên jin sedema zêdebûna van bûyeran bi qeyrana herêmê ya siyasî û aborî, zexta civakî, desthilatdariya hişmendiya mêr û tunebûna bingeha zagonên ku pêşiya tundiyê digire ve girê didin.








