Ji bo bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan: Televizyona Jinê ya bi navê Jin TV tê avakirin
- 12:54 9 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jinê ya Newa aşkere kir ku televizyona jinê ya bi navê Jin TV dê bê avakirin. Di her asta televizyonê de dê jinê hebe. Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:"Em vê xebata ku bi keda jinan tê meşandin diyarî hemû jinên ku temenê xwe bi têkoşîna hebûnê derbas kirine û diyarî Sara, Rojbîn, Ronahî yên ku di sala 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin dikin." Ji hemû jinan banga piştgiriyê ya ji bo Jin TV'yê hat kirin."
Weqfa Jinê ya Newa aşkere kir ku televizyona jinê ya bi navê Jin TV dê bê avakirin. Di daxwiyaniya Weqfa Jinê ya Newa de hat gotin ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê têkoşîna azadiya jinê bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Her wiha hat gotin ku serkeftinên jinê, ked, hişmendî û îradeya jinê tê xwestin ku neyê dîtin.
Di berdewamiya daxwiyaniyê de wiha hat gotin:
"Em di serdemek wisa de ne ku, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tekoşîna azadiya jinê dîroka xwe bi tîpên zêrîn dinivîsîne. Desthilatdarî, rejîm û pergalên bi zîhniyeta zilamê serwer saz bûne, li hemberî tekoşîna jinan a bi wêrekiyê xwe rapêçayî ji binî de dihejin. Rejîmên mêran ku dihejin û ketine tengaviyê binavê şikandina vîna jinan polîtîkayên mêtîngeriyê kûrtir dikin û hîn zêdetir serî li tundiyê didin. Dewlet tundiyê bi rêya destûr û hêzên xwe yên 'ewlehiyê' pêk tîne, mêrên ku nûnerên dewletê jî li malê, li kolanan heman tundiyê pêk tînin û bi hevkariya mêr-dewletê hewl didin jiyana jinan têxin nava naperûkên xwe. Li dijî van zextên ku bi hevkariya mêr-dewletê pêş dikevin, jin belkî jî di dîroka têkoşîna xwe de, herî zêde îro bi refleksên têgehiştî û rêxistî bersivê didin.
'Dixwazin serkeftin, ked, zanebûn û vîna jinê neyê dîtin'
Çawa ku di dîrokê de mêran berxwedanên bi heybet ên jinan avêtine paş, îro jî serhildan û nerazîbûnên jinan di sazî û dezgehên medya navendî de cih nagirin û li paş tên hiştin. Dixwazin serkeftin, ked, zanebûn û vîna jinê neyê dîtin. Yên ku bi navê medya alternatîf ketine rê jî, nûçeyên jinan dixin nava rojevên giştî û li wir asê dihêlin, bi vî rengî bandora wan notralîze dikin. Lewra jî hebûna jinan a di jiyanê de, rengîniya jinê, hêza wê ya ramanê, jêhatin û têkoşîna jinê cihê ku heq kiriye nagire.Jinan ev dîmen û zîhniyeta li pişt ku di medya navendî de derketî holê tespît kirine û hewl dane qadên xwe yên ragihandinê biafirînin.Yek ji qadên têkoşîna rêxistinên femînîst jî bûye qada ragihandinê. Tevgerên femînîst ku di sedsala 18. de zêde û berfirehtir bûn, sazî û dezgehên xwe yên ragihandinê jî pêş xistin. Nimûne kovara ku em dikarin bi navê ''yekem kovara jinê'' pênase bikin, kovara binavê "Fur Hamburgs Tochter'' an go 'Ji bo keçên Hamburgê' ye ku di 27'ê Sibata 1779'an de li Almanyayê di pêşengiya Ernestîne Hofmann de tê derxistin û di dawiya heman salê de jî rû bi rûyê girtinê dimîne ye. Dîsa 1858'an li Ingilistanê ji aliyê komek jinên femînîst ve kovara English Woman's Journal (EWJ) dest bi weşanê kir, ku li welat yekem kovara jinê ye.
'Kovar û rojnameyên ku di rastiyê de nirxên jinê tê de cih girtine pir kêm in'
Her çiqas temenê wan ne dirêj be jî, kovar û radyoyên jinan demek dirêj bûne qadên sazîbûna tevgerên jinan. Lê tevî vê jî ji ber qanûnên dewletê û bêderfetiya maddî ev qad berfireh nebûye. Kovar û rojnameyên ku di rastiyê de nirxên jinê tê de cih girtine pir kêm in, televîzyon jî hema bêjin tune ne.
Ji dîrokê heta roja me têkoşînên jinan hewl dane her qonax û her destkeftiya xwe bi sazî bikin. Vê kevneşopiyê xwe di têkoşîna jinên Kurd de jî daye der û zindî bûye. Ajansa jinan a xwe disipêre ramana jinê, keda jinê, ziman û şîroveya jinê yek ji van nimûneyan e. Jinên Kurd nirxên gerdûnî yên jinan ji xwe re kirine bingeh, aliyên xwe yên xweser bi hêz kirine û hewl dane di her qadê de destpêkên xwe biafirînin. Yek ji van qadan jî qada ragihandin û çapemeniyê ye.
'Me xwest em bibin parçeyek ji tekoşîna azadiya jinê'
Weke Weqfa Newa bi salane, armanca me ya sereke ew e em lêgera jinê ya azadiyê bi rêya weşanên xwe bigihînin raya giştî. Bi vê hewldanê me xwest em bibin parçeyek ji tekoşîna azadiya jinê, me hewl da keda me jî tê de hebe. Divê em bêjin saziya me ku heta niha bi destek û hevkariya jinan li ser piyan ma, têra xwe reaksyonên pozîtîf wergirt. Van reaksyonên erênî hêz da me û hişt ku em xebatên ragihandin û çapemeniya jinê derbasî astek jortir bikin. Niha jî em weke Weqfa Jinê ya Newa dixwazin mizgîniya vekirina televîzyona jinan 'JIN TV'' bidin. Em weke sazî rûmeta xebatek wisa dijîn û em spas dikin, ji hemû jinên berdêl dane û hiştine em di vê mijarê de wêrek tevbigerin.
Wê televîzyonek çawa be?
Berî her tiştî em dixwazin bêjin, wê bibe televîzyonek jinê ya li dijî kodên zayendparêz ên civakî şer dike. Wê li dijî medya navendî ya ji zayendparêziyê têr dibe bisekine, nirxên jinê nîşan bide. Televîzyona jinê, xwedî wê îdîayê ye ku bibe awêneya cîhana jinê.
Ew jina ku di rûpelên sêyem ên rojnameyan de ku li navenda wan tundî heye asê maye, di televîzyonan de di dawiya nûçeyan de veguheriye objeya 'xemla nûçeyê', dê wê jinê wekî çavkaniya jiyanê ji nû ve bike hebûn. Jin wê hunerê, jin wê sporê, jin wê siyasetê, jin wê zanistê, jin wê tenduristiyê şîrove bikin û bi banga 'jiyan hebe em jî hene' dengê xwe bidin bihîstin.
Jin TV, wê li dijî tundiya li ser jin û zarokan rawest e yên ku tundiyê pêk tînin eşkere bike, bang li jinan bike da ku xwe biparêzin.
Jin TV, xwedî wê îdîayê ye ku di her qada jiyanê de keda jinê nîşan bide. Di serî de têkiliyên jin û mêr, têkildarî vê têkiliya zarok-jin, mêr-jin ku jiyana civakê ji binî de bi bandor dike, dê bigire dest. Ji karbeşiya di navbera malbatê de, heta krîterên malbata demokratîk wê hîmên bingehîn ên civakê lêbipirse.
Wê tabuyên ku bedena jinê rapêçane hilweşîne, li dijî medyaya navendî ku jinan dike malzemeya reklamê û meta, wê jinan bike kirdeya jiyanê û wisa derbasî ekranan bike.
Jin TV, wê vebêje ku zordestiya li ser jinan ne çarenûs û qeder e, wê ji pirsgirêkên jin dijîn re li çareseriyan bigere û wê armanca wê ew be ku di vê mijarê de jinan hîn wêrektir bike.
Televîzyona me wê bi xeta xwe ya weşanê a pir alî, pir zimanî û pir çandî afirêneriya aqil û hestan bigehîne hev.
Wê keda jinan ku nayê dîtin û tê tunekirin nîşan bide, berbiçav bike. Li malê, zeviyan, ofîs û kolanan, Jin TV wê li gel jina li her qada xebatê ye cih bigire.
Em weke Weqfa Jin a Newa, ji niha de ji wan re spas dikin ku bi ked, raman û piştgiriya xwe tevlî projeya JIN TV bûne ku ji bo jinan îfadeya qonaxeke nû ye.
Detay û berfirehiya projeya me ya JIN TV wê dema pêş bi raya giştî re were parvekirin.
Pêkane ku gelek navên ji bo vê xebatê bûne çavkaniya îlhamê, hêz dane û di dîroka berxwedanê de bûne sembol werin rêzkirin.
Ew xwedawendên xwedî xweşikbûna bêdawî yên jiyanê ne ku her demê me gaveke din ber bi pêş ve dibin.
Em vê xebata bi keda sedan jinan dimeşînin, di serî ji bo bîranîna hemû jinên ku temen dane têkoşîna hebûna jinan û her wiha Sara-Rojbîn-Ronahî ku 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin dikin diyarî.
Em bawer dikin her jin dê ji bo xebata me ya televîzyonê bibe alîkar û piştgiriyê nîşan bide.
Jin Jiyan Azadî..."








