'Heval Sara evindara jiyanê, kesayeta serbixwe bû'
- 12:35 9 Çile 2018
- Rojane
Hêvî Penaber /Civîn Husên
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevalên Sakîne Cansiz û xwendekarên wê yên ku pê re mane, ew bi bîr anîn û bîranînên xwe yên pê re parve kirin.
Heval û xwendekarên Sakîne Cansiz bîranînên xwe yên pê re anîn ziman û komkujiya Parîsê ya ku di 9'ê Çileya 2013'an de di derheqê sê jinên kurd ên şoreşger li Parîsê pêk hat ku Sakîne Cansiz jî di nav de bû bi tundî şermezar kirin.
'Heval Sara aşiqa jiyanê bû'
Rêhevala Sakîne Cansiz Dîcle Xabûr wiha behsa kesayeta Sakîne ya berxwedêr dike: "Dema navê heval Sakîne tê gotin destpêkê berxwedanî û hezkirina heval Sakîne ya ji mirovan re tê bîra me. Mirov ji meyzekirina wêneyê heval Sara têr nabe, ji ber berxwedanî û jiyana heval Sakîne hêrsekê bi mirov dide avakirin. Dîtina heval Sakîne ji bo min xeyalek bû. Bi vê xeyalê jî ez tevlî bûm. Li dijî dewleta tirk cara yekemîn serî radike û serî natewîne. Ji bo wê jî ji bo me hemûyan xeyalek bû ku em heval Sakîne bibînin. Dema min ew dît jî min heyecan û moralek cuda jê girt. Tişta ku bala min di kesayeta heval Sakîne de dikişand, heskirina wê ya jiyanê bû. Pir ji jiyanê hez dikir, ji destpêka avakirina PKK'ê di nava Tevgerê de bû, di nava têkoşînê de bû, bibû evîndara çiya û ti caran nedixwest ji çiya dakeve. Eger hevala Sara neba, niha em jî nebûn. Hevala Sara mohra xwe li Tevgera Azadiyê ya PKK'ê da, tevlîbûna gelek jinên ku niha li ser şopa wê dimeşin ji hebûna wê ya di nava Tevgera Azadiyê tê ne. Ji ber ku jina destpêkê bû di nava Tevgerê de û yek ji damezrînera wê tevgerê bû. Ji ber wê min got ger heval Sara tunebûna em ê jî tunebûna. Sara jina Dêrsimî bû. Di dîrokê de bi hezaran jinên dêrsimî pişîtî Serhildana Dêrsimê ji bo ku nekevin destê dewleta tirk xwe ji tahdtan avêtine û Sara jî yek ji wan e ku li hemberî dewleta dagirker ti carî serî netewandiye. "
Dîcleyê komkujiya Parîsê şermezar kir û banga xwedîderketina li her sê jinên şoreşger ên kurd kir: "Komkujiya Parîsê dikeve sala xwe ya 5.emîn. Ji bo tolhildana her sê hevalan mîtên ku di komkujiyê de cih girtin hatin girtin. Heval Sara, heval Fîdan û heval Leyla. Dijmin, modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe bûn yek, xwestin di kesayeta heval Sara Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de Tevgera Azadiya Jinê bêbandor bikin. Lê ev polîtîkayên wan yên dagirkeriyê û di serî de yên dewleta tirk vala derketin. Valaderxistina wan polîtîkayan jî tolhildana xwîna wan her sê hevalan e. Yên ku vê têkoşînê bilind bike û pêşde bibe dîsa em in, ew barê ku dikeve ser milê me jî em ê hildin. Bi taybet hevalên jin ên ciwan ku dibêjin em evîndarê azadiyê ne û li azadiyê digerin, divê li pey şopa hevala Sara bin û berxwedana wê bi avakirina neteweya demokratîk tacîdar bikin."
'Heval Sara xwedî sekneke serbixwe bû'
Rêhevala Sakîne Cansiz Newroz Şemzînan wiha behsa Sakîne Cansiz kir: "Dema mirov navê heval Sakîne (Sara) dibêje destpêkê sekna wê ya serbixwe ya aydî wê tê bîra mirov. Dema mirov li wêneyê wê jî dinêre sekna wê ya milîtanî ya ku her tim serê wê rakirî dibîne. Mirov dibîne ku kesayeteke bi xwe û hêza xwe bawer e. Nav û dengê heval Sakîne bandoreke pir mezin li ser ciwanan dikir, ji bo wê jî min pir mereq dikir ez heval Sakîne bibînim. Min di sala 2000'î de heval Sara dît, dema girtina Rêber Apo bû. Me di dema avakirina Kongra PAJK'ê de hev dît. Dema min dît jî ez gelek kêfxweş bûm û pir jê bi bandor bûm. Hevala Sakîne ji bo me xeta azadiyê ye, jina yekem a ku tevlî têkoşîna azadiyê bûye heval Sakîne ye. Du navên wê hene heval Sara û heval Sakîne. Heval Sara ji cihekî ku herî zêde komkujî li ser jin, zarok û civakê çêbûyî, ji Dêrsimê tevli berxwedanê bûye. Serîhildana hevala Sara bi serê xwe şoreşek e. Em hemû jî şervanên hevala Sakîne ne."
Newrozê herî dawiyê banga xwedîderketina li berxwedana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir kir û wiha got: "Bi taybetî heval Sara dîrokek bû, ji bo me weke Tevgera Azadiya Jinê windahiyek bû. Lê şûna wê jî tê dagirtin, bi hezaran gelê me navê heval Sara li zarokên xwe kirin. Bi hezaran şervan jî li ser vê şopê tevlî bûn û navê wê li xwe kirin. Îro bi hezaran jinên kurd, jinên Ereb û jinên tirkem şopdarê xeta heval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez in."
'Sakîne bawerî û berxedaneke bê dwî bû'
Mamosteyê Zanîngeha Rojava û xwendekarê Sakîne Cansiz Bedran Penaber jî behsa kesayet wê kir û hinek bîranînên xwe bi me re parve kir: "Dema navê şehîd Sakîne tê gotin jineke serhildêr ku rabûye tola Apê Riza û tola Dêrsimê hilînê tê bîra mirov. Gotinek heye dibêje 'Hûn dikarin ruhê me ji me bistînin lê hûn nikarin azadiya me ji me bistînin'. Ev gotin di kesayeta heval Sakîne (Sara) de xuya dibe. Bawerî, xweragirî û berxwedaniyek bêdawî di kesayeta heval Sara de tê bîra mirov. Beriya em heval Sara bibînin, me wêneyên wê û serokatî yên kevn yên li Akademiya Mahsûm Korkmaz didîtin. Lê min ew di sala 2000'î de dît dema hate Mexmûr, li wir li ser Rêveberiya Dibistanan disekinî. Ez jî wê demê xwendekar bûm, heval Sara hin caran dihate wane jî didan me."
Bedran Penaber wiha behsa têkiliyên Sakîne Cansiz bi kesên derdora wê re kir: " Min herî zêde heval Sara li cem hevalên jin didît, lê ew li ku bûna kelecan hebû. Heval Sara xwedî taybetmendiyên cuda bû. Wê demê ez biçûk jî bûm, lê wê gelek bi me eleqedar dibû. Ango bi hezkirin nêzî her kesî dibû. Heval Sara di xeta şoreşê de dilger bû. Heval Sara ji jiyanê hez dikir."








