Jin bi keda destên xwe xweseriya xwe ya aborî pêk tînin

  • 09:01 9 Çile 2018
  • Rojane
Zeynep Turgut-Hîkmet Tunç
 
WAN - Li taxa Sûphanê ya girêdayî navçeya Artemetê  bihevrebûna jinan ji bo xweseriya aborî dibe alternatîfek. Jinên li taxê berhemên ku bi destê xwe hildiberînin  ji çêkrina pêlîstokan bigire heta ji amûrên kêrnehatî  xemlên malan bi destîn xwe çêdikin. 
 
Li taxa Sûphanê ya girêdayî navçeya Artemetê  jin ji bo ku di warê  aborî de xweseriya xwe ava bikin, bi hûnera destên xwe alternatîfên xwe ava dikin. Jinên li taxê bi derfetên xwe her roj li cem hev  dicivîn û bi vî awayî xebateke hevpar jî didin meşandin. Jinan diyar kirin ku ew bi çêkirina hûnera destan destûr nadin wexta  wan vala derbas bibe û gotin ku xebateke hevpar re xweseriya aborî derdikeve holê.
 
‘Çêkirina pêlîstokan ji  ji temaşekirina rêzefîlman baştir e'
 
Jina bi navê Sevînç Erol anî ziman ku çêkirina pêlîstokan ked û zehmetiyeke mezin dixwaze û wiha axivi;”Em benên zirav hilbijêrîn û li gorî wan benan pêlîstokan amade dikin. Piştre ji ji benên herî xweşik hem xemlên malan hem jî pêşîstokan çêdikîn. Em bi salane li gel cîranên xwe bi çêkirina pêlîstokan û hûnera destan çanda xwe pêş ve dibîn. Em  di çêkirina xemlên malan de zêdetir amûrên ku dibêjin kêrnahatî bi kar tînîn. Di warê aborî de hem  ji malbata xwe re hem  jî ji  zarokên xwe re jî dibîn piştgir. Mêr her tim dixwaze ku jin hewceyî wan bibe. Bi vê nêzîkbûnê hemû pêkanînên li ser jinê ji bo xwe rewa dibînin. Em jin dikarîn aboriya xwe ava bikîn. Ger ku em bawer bîn em dikarîn bêyî mêr jî jiyaneke nû ava bikîn. Her jinek dikare bi  kelûmelên mala xwe her tiştekî biafirîne. Mirov bi hûnera destan ve eleqeder be ji temaşekirina rêzefîlman xweştir û bi watedartir e. “
 
‘Ji bûhabûnê kerese  zêdetir me rojeke çawa derbas kir’
 
Saniye Erol jî bi lêv kir ku ew li gel çêkirina pêlîstoka jiyaneke hevpar jî diafirînin û got ku jin bi her awayî dikare hilbirîne û wiha berdewam kir;”Em gava ku kare xwe yê rojene bi dawî dikîn, dest bi çêkirina pêlîstok û xemla malan dikin. Her çiqas em bi heqestekî erzan dixebitin jî ji bo me ev bihevrebûn bi wate ye. Ez Ameliyatkirî me  û bi gopal dimeşim. Di rûniştînê de jî zehmetiyê dikşînim. Lê em hesabê westandina xwe nakin.  Gava ku em tên li cem hev em bi hev re klaman dibêjîn. Parvekirinên me zêdetir dibîn ev jî ji bo me girîng e. Benê ku em dikirîn buha bûye. Çêkirina wan her çiqas zehmet jî be em bi çêkirina hûnera destan a cûr bi cûr pir kêfxweş dibîn.”
 
‘Ger ku jin bi xwazin dikarin bi her awayî hilberînin’
 
Jina bi navê Meryem Erol jî da zanîn ku ew bi çêkirina pêlîstoka parvekirinên jinan û têkiliyên cîraniyê xurt dikin û wiha ev tişt got:”Em li vir hem cîran în hem jî nasên hev în. Di mala min de 2 nexweşên min hene. Lê bila jin bizanin ku tu tişt mîna ku mirov xweseriya aborî bi keda desten xwe bi afirîne xweştir nîne. Bila tu jin di malê de xwe nêçar hîs neke. Ez bang li hemû jinan dikim. Destûr nedin ku tekiliyên cîranî  bimrin. Ger ku em hemû bi hev re civiyan bawer bikin ku em dikarîn ji her tiştekî hilberînê bikin.”