ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 9 Çile 2018
  • Rojev
*Endama Desteya Rêveber a KJK'ê Aytan Dêrsim di 5'emîn salvegera komkujiya Parîsê de ku 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylemez di encamê de jiyana xwe ji dest dan  bi bîr anîn û komkujî  bi tundî şermezar kir.
 
*Li taxa Sûphanê ya girêdayî navçeya Artemetê  bihevrebûna jinan ji bo xweseriya aborî dibe alternatîfek. Jinên li taxê berhemên ku bi destê xwe hildiberînin  ji çêkrina pêlîstokan bigire heta ji amûrên kêrnehatî  xemlên malan bi destîn xwe çêdikin. DÎMEN HEYE
 
*Li Cizîrê ji bo 4 welatiyên hatibûn qetilkirin û dosyayên wan kiribûn yek, lêpirsîn hatibû destpêkirin û ‘Biryara sînorkirinê’ ya ji bo dosyayê hatibû danîn tevî bêşopandinê nayê rakirin.  Dosyaya ku tê îdiakirin ku qeyda deng û dîmen heye, ji aliyê dozgeriya Şirnexê ve tê veşartin.  Parêzerên welatiyên hatine qetikirin jî ji bo dosyayê bibînin xwe amade dikin ku serî Dadgehe Destura Bingehîn bidin.
 
*Platforma li dijî pêkanîna ‘cilên yek reng’ di 16’ê Çile de wê ji çapemeniyê re bê deklerekirin. Di platformê de hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan jî hene. Der barê platformê de Gulseren Yolerî wiha got: “Armanca me ya sereke, ev pêkanîn rabe. Lê li dijî pirsgirêkên derkevin holê, em plan dikin ku ekîbên bi girtîgehan re eleqeder bibe ava bikin.”DÎMEN HEYE
 
*Weşanên Aramê di 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê de bi 5 pirtûkên nû û ji sedî zêdetir berhemî standa xwe vekir. Em bûn mîvanê standa Aramê.  Xebatkara weşana Aramê Evîn Ersen diyar kir ku tevî astengî û zextan eleqeya xwendevanan kêm nebûye û got tirsa hatiye afirandin şikestiye. DÎMEN HEYE
 
Sîmone de Beavuoîr ji bo pirsa ‘jin çi ye?’ bersiva ‘Jin ji malzaroyê wêdetir tu tiştekî din nîne’ da û li dijî hemû tinehesibandinan li rûyê serdestiya mêr xist û têkoşîn ji xwe da destpêkirin. Sîmone dizanibû jin ji malzaroyê zêdetir e.  Cîhana mêr nikaribû pêşî li wê bigire û Sîmone destê xwe da hemû jinan. DÎMEN HEYE