Kevana Zêrîn ji bo Abdullah Ocelan çalakî li dar xist

  • 18:06 8 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ-Tevgera Kevana Zêrîn ji bo rewşa tendrustî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan çalakiyek li dar xist.
 
Jinên tevgera Kevana Zêrîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê û rewşa wî ya ewlehî diyar bibê li gundê Elpelûr ku li Rojavayê  Kurdistanê  gundê yekmîn ku  Abdulah Oclan jê derbasî Rojava bûye çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Rêxstina Kongira Star û bi sedan gelê Kantona Kobanê û gundewarên wê û gelê ereb yê sirînê tevlî bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Kevana Zêrîn Evîn Ber Awad daxuyanîyek devkî ji bo Abdullah Ocealn da û wiha got got:
" Ev bû sê sal tu agahî ji serokê me nayê. Em jî weke Kevana Zêrîn me xwast ku em bi çalakiyekê sala 2018`an  , azadiyarêber Api bixwazin. Kevana Zêrîn xwedan hêze û xwedê fikr û felsefeya Rêber Apo ye.  Em ê heta dawiyê ji bo azadiya rêberê xwe li ser piyan bin û têkoşînê bidin."
 
Çakî bi stran dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû