Li Girtîgeha Şakranê girtiyan dest bi grevê kir

  • 16:45 8 Çile 2018
  • Rojane
ÎZMÎR -Li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Şakranê 12 girtiyan li dijî ferzkirina "kincên yek reng" dest bi greva birçîbûnê ya ji bo hefteyekê ya  dorveger kirin.  
 
Li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Şakranê ya navçeya Alîagaya Îzmîrê, 12 girtiyên DHKP/C'î li dijî ferzkirin "kincên yek reng" ji bo hefteyekê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.  Girtiyên ku bi riya telefonê li malbatên xwe geriyan gotin ku pêkanîna "kincên yek reng" pêkanînek dijmirovî ye û ew ê qebûl nekin.