'Heval Sara jina kurd a têkoşer û xwedî helwest bû'
- 15:56 8 Çile 2018
- Rojane
Civîn Husên/ Hêvî Penaber
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz û hevalên wê yên ku pê re li parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan Leya Şaylemez bi bîr anîn û qetilkirina wan şermezar kirin.
Pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileyê 2013’and e li Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin bi bîr anîn û komkujî şermezar kirin.
Yek ji pêşengên PKK'ê Hevala Sakîne Cansiz Raperîn Cudî derbarê Sakîne de wiha hestên xwe anîn ziman: "Dema navê Sakîne tê gotin, Roza Luxsemburg tê bîra min, ji ber ku Roza jî jineke berxwedêr bû. Heval Sakîne xwedî kesayeteke wek Roza bû. Cara yekê min heval Sakîne li Akademiya Mehsûm Korkomaz li Bekayê dît. Wê demê me perwerdeya leşkerî didît, nû hinek heval ji zindanê derketibûn, Serokatî di heyecaneke mezin de bû, digot 'Wê hin heval werin'. Dema heval Sakîne hat û piştî salên dirêj çav li hêzên leşkerî, hêzên jin û akademiyê ket, em yek bi yek hembêz kirin. Me jî berê de berxwedana heval Sakîne ya di zindana Amedê de nasdikir. Dîtina wê jî bandoreke mezin li me kir. Heval Sakîne kesayetek pir xwezayî bû, em dewreyekê bi hev re man. Nîqaş û nerînên wê pir cuda bûn. Hemû hevalan moral jê digirt, cihekî wê yê tayîbet di dilê her hevalekê de hebû. Heval Sakîne xwedî helwest bû, zû bi zû jî bi tiştekî bawer nedikir."
'Şoreşa Rojava berdewamiya têkoşîna heval Sakîne ye'
Raperîn Cûdî wiha behsa bîranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz re kirin: "Bîranînek min bi heval Sakîne re heye ku nayê jibîrkirin. Dema ez ji zindanê derketim û hatim çiya heval Sakîne piştî salên dirêj ez naskirim. Ezpir kêfxweş bûm, vê yekê jî bandoreke mezin li min kir. Hafîzayek heval Sakîne hebû ku ticaran mirov ji bîr dikir. Wê bandoreke mezin li Tevgera Azadiyê û bi taybet li Tevgera Jinê kir. Pêşeng û destpêka Tevgera Jinê bû. Bi keda heval Sakîne tevger îro gihiştiye vê astê. Şoreşa Rojava jî berdewamiya têkoşîna heval Sakîne ye."
Raperînê her wiha komkujiya Parîsê şermezar kir û banga xwedîderketina li doza van jinan kir: "Komkujiya ku di derheqê her sê rêhevalan Sara, Fîdan û Leyla de çêbû, li dijî mirovahiyê bû.Weke rêhevalên wê tişta ji me tê xwestin ku em hesab ji kujeran bixwazin.Ji ber ku di Tevgera Apocî de kes bê hesab namîne.Ji bo wê em tekoşîna xwe hîn mezintir û berfirehtir bikin. Divê ku her kes bizanibe ku kujerê gelê Kurd wê ticaran bêhesab nemîne û ev jî hat kirin. Tişta ku dikeve li ser milê me jî ku heta dawî em berpirsiyartiya wan rakin û têkoşînê bidin meşandin."
'Xwedî tevgerek şoreşgerî bû Sakîne'
Ji Pêşengên Tevgera Azadiyê ya kurd Metîn Cîhan komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha bahsa Sakîne Cansiz kir: "Destpêkê di salvegera şehadeta heval Sakîne de, di kesayeta wê ya şoreşgerde em tevahî şehîdan bi bîr tînin. Dema behsa heval Sakîne (Sara) tê kirin xalên hevbeş ku hemû heval li ser kesayeta wê ya têkoşer li hev dikin û sekna wê ya şoreşger tê bîra mirov. Cara destpêkê me di 1999'an de li Rûsyayê hev dît, wê demê heval Sakîne wek kordînetora me hat Rûsyayê. Li wir 6 mehan me bi hev re kar kir. Dema ku heval Sara hat wêderê ew der jî kir wekî qada perwereyê. jina kurd a têkoşer û xwedî helwest bû. Cudatî nedixst navbera ti kesî. Bi her kesî re bi rehetî dikarîbû danûstend bikira. Gelek tayîbetmendiyên heval Sakîne hebûn, di nava Tevgera Azadiyê de. Li dijî astengiyan bi awayê çêker tevdigeriya. Pîvanên PKK , felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan pir berbiçav bû di tevgera wê de. Coşa heval Sakîne di têkoşînê de moral û hêzek mezin dida hemû hevalên derdora wê."








