' Divê kes li hemberî vê zilmê bê deng nemîne'
- 15:14 8 Çile 2018
- Rojane
DİYARBAKIR - komisyona baweriyê ya KCD bi pêşengiya Kongreya Islama Demokratîk derbarê êrîşên li dijî goristanan daxuyaniyek da û di daxuyaniya de bal hate kişandin ser bêdengiya li hember vê zilm û zordariyê û wiha hate gotin: ' kesê li hemberî zilmê bêdeng bimîne ew şeytanekî ker e'.
Komisyona baweriyê ya KCD'ê bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) derbarê xerakirina goristanan de li Navenda partiya HDP'ê ya Amedê li salona konferansan a Vedat Aydın daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Daxuyanî bi tevlêbûna Meclisa dayikên Aştiyê ya Amedê, xizmên kesên ku goristanên wan hate xerakirin, endamên komisyona DÎK Û KCD , Tevgera Jınen Azad (TJA), Rêveberên navend û navçeyan ên HDP û DBP pêk hat. Daxuyanî ji alî nûnerê Kongreya Îslama Demokratîk Mehmet Emin Ay ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin: Em tucaran ev zilma ku li hemberî cenazeyên di goristanan de hate kirin qebûl nakin.
'Ev yek zilme'
Mehmet Emin Ay, di daxuyaniyê de bal kişand ser vê yeke û got; Ev tiştê ku li dijî cenazeyan tê kirin cihê vê yeke ne di ola islamê de û ne di tu olên din de tüne ye. Ay daxuyanî wiha berdewam kir: wekî ku xerakirina goristanan ne bes be êdî hestiyên wan cenazeyan jî ji goristanan dertînin ku ev yek dibe hovîtiyeke ku tiştek wiha di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtın.
Ev pêk anîn hem ji aliye olî ve hem ji aliyêc mirovî ve zilmeke mezine. Di ola islamê de mirî wekî saxan bi nirx û qîmetin.
'Bêdeng nemînin'
Nûnerê Kongreya Îslama Demokratîk Mehmet Emin Ay da xuyakirin ku êdî tehemula mirovan li hemberî vê bê wijdaniyê û vê bê exlaqiyê nemaye û wiha got: Ez bang li her kesê ku dibêje ez insanim dikim, li dijî zilma kul i gelê kurd dibe bê deng nemînin, kesên kul i hemberî zilmê bê deng bimîne ew şeytanekî bê zimane. Êdî kesek nizane ku hestiyê zarokên wan jî li ku ne. Çi dibe bila bibe, bêguman dê hesabê vê yeke ji alî xweda ve were pirsîn û em jî vê yekê qet qebûl nakin. Piştre jî daxuyanî ji çapemeniyê re girtî hate berdewamkirin.








